Nivîsgeha Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê

Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê “ ACU” di Kanûna Yekem de sala 2012an ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê hat damezirandin.

 Ji bo pêkanîna piştgiriyê ya lezgîn ji bo hemû kesên hewcedar ji xelkên me yên Sûrî yên ko ziyan ji wêrankirina Rêjîmê anî serê wan.  

Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê radestkirina alîkariyan bi hemû coreyan ji bo Sûriyan bê ko li Reh an Ol an nerînên siyasî binere tirazû dike.

Ev yek jî bi pîvanên navnetewî re û mafê mirovan lihev dike, ev ya ko alîkariya mirovayî li gora hewcedariya her takekes û yê bêtir bihacet.

Ji gava ko Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê hatiye damezirandin kar kiriye ko saman û alîkariyên Mirovayî yên lezgîn bigihîne hemû bajar û taxan li hemû hêlên Sûriyê. 

Ji nav wan jî derman û xwarinê.  Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê hevkariyê bi Encûmenên Xwecihî re dike, û bi Komên hawarhatinê yên xwecihî re jî hevkariyê dike. Herweha bi ajansên hawarhatinê yên navnetewî re û rêkxistinên nedesthilatdar û xwecihî re.

Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê roleke giring lîst di ruhnîkirina hewcedariyên mirovî yên lezgîn di Sûriyê de, û amadekirina raportên binirx bi hewcedariyên mirovî û hawarhatinê.

Home Sazî Nivîsgeha Yekîniya Hevrêza Piştgiriyê