Thursday, 13 February 2020 21:03

Hevbendiyê Encamên Civata Xwe li gel Wezareta Derve ya Emerîkî Gengeşe Kirin

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, roja Pêncşemê, bi serokatiya Enes Elebde civata xwe ya normal lidar xist, û tê de encamîn civîna Hevbendiyê li gel şanda wezareta karê derve ya emerîkî ya ku serdana paytexta Tirkî Enqra kiribû gengeşe kirin.

Di heman civatê de desteyê encamên civînên şandên Hevbendiyê li gel Yekîtîya Oripa û Emerîka gengeşe kirin, û li ser rewşa siyasî û meydanî û mirovî sekinî.

Herweha Hevbendiyê behsa hevdîtina şanda xwe li gel şanda Emrîkî kir, ya derbarê oparasiyona leşkerî li parêzgeha Idlibê bû, û tewanên ku ji hêla rêjîma Esed û alîgirên wê Rûsiya û Îran derheqê sivîlan de û penaberiya ku ji ber wê çêbû.

Û tê de hat ku helwesta Emerîkî piştgir e ji Tirkiyê û rikberiya Sûrî re li dijî wan êrîşan, ku Rûsiya dixwaze wê ji xwe re bi kar bîne, û tekezî ji hêla Emrîkanan ve hate kirin ku tu çareseriya leşkerî li Sûrî cih nagire.

Emerîka carek din tekez kir ku ewê sizayên xwe li ser Rêjîma Sûriyê berdewam bike, da ku pabendiyê bi biryarên Navdewletî bike.

Desteya siyasî di heman civatê de, behsa gera şandên hevbendiyê li welatên biyanî kir, û bi taybet namên ku ji wan re şandibûn, derbarê seknandina êrîşên li ser parêzgeha Idlibê û rewşa mirovî li wê parêzgehê û bihêzkirina karê mirovî û yê hewarçûnê li wê deverê.

Di heman mijarê de desteya Hevbendiyê rewşa meydanî û ya mirovî li parêzgehên Heleb û Idlibê gengeşe kir, herweha rewşa penaberên Irsal li Libnanê û zehmetiyên ku dikşînin di dema ku ew dever rastî bahozeke berfê tê, û awayên dan û stendinê bi wê rewşê re, û rewşa leşkerî li çeperên şer li Idlib û Helebê gengeşe kirin.

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hevbendiyê Encamên Civata Xwe li gel Wezareta Derve ya Emerîkî Gengeşe Kirin