Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê çalakiyeke taybet li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê ji bo bîranîna şoreşa Sûriyê lidar xist, û endamin desteya serokatiyê û ya siyasî û hejmarek çalakvan û kesayetiyên revenda Sûriyê ya li Tirkiyê lê amade bûn. Û pêşengeheke wêneyan li çalakiyê çêbû tê de giringtirîn qonaxên ko şoreşa Sûriyê di wan re bûriye diyar kirin, û wêneyên binpêkirinên rêjîma Esed derheqê sivîlan…
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê operasiyonên bombebarana rojane ya ko rêjîma Esed li gundewarê Hena û Idlibê pêk tîne pirotesto kir û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko peymana Idlibê biparêze û biştgiriya afirbestê bike. Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko evro çarşembê bombebaran bû sedema şehîdketina du zarok û jinekê, hem birîndarkirina hinên din li herêma Sehil Elxab rojavayê Hemayê. Duhî şehîdek û du sivîl birîndar…
Desteya danûstandina Sûrî seredana şandyarê navdewletî Cîr Bidirson ya bajarê Hums rexne kir, got karê şandeyarê navdewletî ‘’ hevnêzîkirinaherdu aliyên danûstandinê ye û neçarkirina Esed bo çûna Cinêvê û rûniştana li ser masa danûstandinê ye.‘’ Bîdirson di seredana xwe ya fermî ya duyem bo Sûriyê çû bajarê Humsê û digel parêzgerê Humsê û tîma Netewên Yekgirtî li herêmê û digel navenda hewandina penaberan yên jin û mêr û zarokan civiya.…
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa ligel komîta peywendiyên derve ya perlemanê Elmanî civiya û dosya tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed li dijî sivîlan pêk tîne û ya dawî operasiyona bombebarankirina Idlibê, û pêşveçûnên pirosesa siyasî gotşbêj kirin. Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya dabînkirina parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî kir, û daxwaza piştgiriya peymana Idlibê ya agirbestê û parastina wê kir, tako…
Bajarê Deraa û gundewarê wê çend xwepêşindanan derketin û daxwaza azadî û rûxandina rêjîmê kirin, tev ko ewlehiya rêjîmê û hêzên wê tund e, di bîranîna heştem ya destpêkirina şoreşa Sûriyê û ketina şehîdên pêşê. Çalakvanan diyar kir ko bi dehan ji zaroyên bajêr evro duşembê derketin xwepêşindanekê nêzîk mizgefta Elomerî bo bîranîna şoreşa Sûriyê vejînin, û tekeziyê li ser pabendiya pê bikin heta ko milet mafên xwe bidest bixîne.…
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê