Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku dem hatiye ji bo kêmkirina destêwerdana Îranê, û derxistina milîsên wê yên terorîst ji Sûriya û Îraq û Libnan û Yemenê, û cext kir ku aştiya mayînde bi rawestandina çelakiyên mezhebî û terorîstî yên Tehranê yên li dijî gelên navçeyê destpê dike. Mistefa bal kişand ku gelên navçeyê gelek felaket dîtin bi sedema karê terorîstî yên…
Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel şandeke Kenda bi serokatiya xanim Stephanie Beck alîkara cêgirê wezîrê derve ya karubarê Rojhilata navîn û bakurê Afrîka civiya. Di hevdîtinê de behsa rewşa dawiyê hate kirin, û bi taybetî mijarên girêdayî bi tawanên koçberkirina neçarî û berdewamiya bombebarankirina taxên nişteciyan û yasa 10 û dawîtirîn guhertinên siyasî. Herdu aliyan tekez kir ku Îranê çavkaniya nîgeranî û…
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku diyardeya toximperistiyê û neyartiya penaberên Sûrî bi awayekî metirsîdar zêde bûye, hevdem ligel daxuyaniyên pir xirab yên berpirsên hikûmeta Libnanê, û tawana destdirêjiya xirab ya ji aliyê serbazekî artêşa Libnanê li ser penaberê Sûrî Mihemed Ebdulcewad ê ku ji ber birînên xwe di nexweşxaneya bajarokê "Elsiwêrî" li Libnanê jiyana xwe jidest da şermezar kir. Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya…
Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî, îro roja pêncşemê ligel Şêwirmendê balyozxaneya Çînê li Enqera, Şîng Wîhwa kom bû, û bi hevre pêşdeçûnên dawiyê yên meydanî li Sûriyê û berdewamiya Rijêmê li ser rêbaza xwe ya leşkerî û tevlî pêşhatên fayilê siyasî gengeşe kirin. Herwiha di hevdîtinê de ya bi amadebûna serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa, bikaranîna berdewam ya çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê, û guhertina giring ya helwesta Çînê ya…
Ebdulrehman Mistefa Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaza berdewamiya vê guhdana navdewletî bi Sûriyê kir, tako çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were, û tekezî li ser cîbecîkirina bilez ji mîkanîzma navdewletî re ya hatibû pesendkirin kir, da tawankarên cengê diyar bike û bên dadgehkirin. Birêz Mistefa dibîne ko kartêkerkirina vê mîkanîzmê û rawestandina tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û hêzên…
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê