Hevserokê Komîteya Destûrî di preskonferansê dawîn yê karûbarên vê xula civînan de, tekez kir ku ew tişta di vê civînê de bû, di çarçoveyekê erênî de dibîne, tevî ku ti civînên hevbeş di navbera şandên beşdar de nehatin lidarxistin, û diyar kir ku waneyek ji vê gerê heye û ew jî girîngiya pabendbûna bi rêziknemayan û gihiştina danîna xişteyeke kar berî lidarxistina gera bihêt.
Al-Bahra bal kişand ku di gera niha de çend civînên şêwirmendî bi navbeynkariya nûnerê navdewletî hatin lidarxistin, û ev civînên şêwirmendî erênî bûn, di çarçoveya karê komîteyê û pêşkeftina karê wê di paşerojê de. û got ku van civînan eşkere bingehên saxlem ji bo domandina vê pêvajoyê di çarçoveya bierkkirina komîteya destûrî de û giringiya rêzgirtina rêziknemayên wê destnîşan kirin.
Wî tekez kir ku raman û şêwirên ku di dema hevdîtinan de çêbûn, dê bibin alîkar ji bo pêşxistina kar di civînên pêş de, û pesnê rola çalak ya Netewên Yekbûyî di hêsankirina van şêwirmendiyan û çalakkirina danûstandinên navxweyî di navbera Sûriyan de da.
Al-Bahra got: “Me hêvî dikir û me dixwest ku civîn li dar bikevin û di vê yekê de jî em şikestin’’, û sûrbûna xwe da zanîn li ser domandina kar û giringiya gera bihêt li ser bingehek diyar destpê bike, ji rojeveke rasteqîn, û ku derfeta bi erkkirina komîteya destûrî û erka wê ya sereke di pêşnumandina tekstên destûra Sûriya paşerojê de gotûbêj bikin.
Wî da zanîn ku endamên Komîteyê li hember erkek sereke ne, û ev erk kilîta pêvajoya siyasî ye, û kilîta dîtina çareseriyekê ye ku bibe sedema pêkanîna biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê bi tevahî, ku avakirina Komîteya Destûrî dikeve di çarçoveya wê de.
Wî herweha da zanîn ku ew rijd in li ser bidawîkirina trajediya gelê me yê Sûrî, û rakirina sizayan, rawestandina bermîl û topbaran û kuştinê, berdewamkirina rijandina xwînê û gihîştina çareseriyek siyasî ya ku rê li ber pêkanîna biryarên navdewletî veke.
Wî bal kişand li ser ku çarçoveya Komîteyê, çarçoveyek sînordar û girêdayî ye bi sînorên erkên destnîşankirî û bingehên şêweyê kar , û komîte nehatiye erkdarkirin bi tiştên derveyî vê çarçoveyê, û got: ” waneyek heye ji vê gerê, û wane dibêje ku divê em pabend bin bi bingehên şêweyê kar yên ku hevserokên komîteyê dinvîsin, ji bo danîna rojevek diyar berî 72 demjimêran ji lidarxistina civînan”.
Wî tekez kir ku pêwîst e Hevserok bi erênî danûstandinan bikin, û li gorî bingehên şêweyê kar, bi vî rengî bigihîjin rêkeftinekê li ser rojeva civînan berî lidarxistina civîna were, û divê ev rojev di çarçoveya erkên vê komîteyê de be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî