Serokê Komîsyona Niştimanî ya karuberên kesên hatine binçavkirin û bêserûşûnkirin ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê ve, parêzer Yasser el-Ferhan, di kongirê mekanîzmayên niştimanî, herêmî û navnetewî ji bo nehêlana bêsizamanê de, yê li Qatarê di du rojên 14 û 15 vê heyvê de, tekezî li ser daxwaza dadgehkirina serokê rêjîma Sûriyê kir.
Ferhan, li ser vexwendinek fermî ji aliyê Komîsyona Niştimanî ya Mafê Mirovan li Qatarê, tevlî konfirans bû, û got ku berdewamiya bêsizamana tawankaran dê tundutîjiyê li cîhanê zêdetir bike.
Ferhan got ku şandeya Sûriyê hejmarek civîn digel kesayetiyên navnetewî û mafên mirovan yên pêwendîdar bi karûbarên Sûriyê li dar xistin, ji bo ronîkirina bûyerên li Sûriyê dibin, û agahdarkirina kesên taybetmend ji bo şopandina tawan û binpêkirinên tên kirin, bi taybetî kiryarên di girtîgeh û navendên binçavkirina rejîmê û çekdarên wê de dibin.
Al-Ferhan bal kişand li ser girîngiya konferansa ji aliyê Komîsyona Niştimanî, ya ji bo Mafê Mirovan, bi hevkariya Parlementoya Ewropayê û Buroya Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî û hevbendiya cîhanî ya saziyên niştimanî ya mafên mirovan û bi amadebûna dîplomat û serokên şandên dîplomasî li dewleta Qatar ya bira hatibû lidarxistin.
Şandeya sûrî daxwazeke cidî ji civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir, ji bo tevbigerin bi armanca rawestandina binpêkirin û tawanên hovane yên rojane yên ji aliyê rejîma Esad li dijî kesên biçavkirî di girtîgehan de dibin, bi ronîdana ser tawanên ji destpêka tevgera aştiyane li Sûriyê de hatine pêkanîn.
Şandeya Sûriyê ya bi serokstiya el-Farhan di dawiya konferans de daxwaza çalakkirina mekanîzmayên cidî yên sizakirina sûcdarên şer û kesên berpirsiyar di ber van tawanan de û fermandarên şaxên ewlekarî û serbazî kir, yên li ser destê wan kuştin, îşkence, binpêkirinên hovane ji mafên mirovan re li dijî gelê Sûriyê hatine pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî