Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad el-Hesen, diyar kir ku “pêla gurkirina sîstematîk” li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê di van rojan de dibe, û bal kişand li ser ku Pitiryarkê Marûnî Mar Bechara Peters Elrahî di vê kampanyayê de beşdar e.
Hesen bal kişand li ser dakokiya hejmarek ji Karbidestên Libnanî li ser binavkirina penaberên Sûriyê li Libnanê bi “Nazih”, û dît ku ev yek tê bi armanca ji bo wan bêpar bikin ji mafên wan yên li gor peyman û biryarên taybet bi karûbarên penaberên navnetewî, û ji bo “xwe ji berpirsyariya yasayî dûr bixin”.
“Elrahî” piştrast kiribû ku “dema vegera Serokê Libnanê divê pêvajoya siyasî li Sûriyê cuda be bi temamî ji pirsa vegera penaberan”, û gotibû ku “girêdana van herdu tiştan dibe mezintirîn gef li ser Libnanê.”
Hesen careke din tekez kir li ser helwesta Hevbendiya Niştimanî ku divê biryara 2254 bi temamî cêbicê bibe, ya tekest dike li ser çareseriyeke mayînde ji bo krîza niha ya li Sûriyê bi rêya pêvajoya siyasî, bi armanca bicihanîna daxuyaniya Cenevre ya 30’ê hezîrana 2012.
Wî bal kişand li ser pêwîstiya lezgîn li ser cêbicêkirina movka 14 ya biryara 2254 ku di nav de tekezî bûye li ser “pêwîstiya lezgîn ji bo pêkanîna şert û mercên baş û vegera bi aramî ya bi reza xwe ya penaberan bo cih û warên xwe yên resen û avakirina navçeyên zerermend li gor yasa navnetewî”, û ev yeke bi beşeke girîng ji bo çareseriya siyasî da zanîn.
Wî diyar kir ku rîskên dikevin li pêşiya penaberên Sûrî li Libnanê, dibe ku rastî tolhildanan bên û dibe careke din rastî zilmê bibin ji aliyê hêzên leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê û milîsên mezhebî yên wî, û li dema bêne vegerandin niha bi darê zorê bêyî standina gavên pêwîst li ser dabînkirina mercên ewle ji bo vegera wan, wek guherandina qanûnên niha li welêt, û yasa hejmar 10 li ser milkiyetê û yasa xizmeta leşkerî, û belgeyên şexsî, û avdankirina deverên koçberkirî û peydakirina merc û şertên jiyanê.
Hesen, behsa kiryarên kuştinê kir yên li dijî hejmarek ji penaberên Sûriyê yê vedigerinî ji Libnanê ji bo Sûriyê ji aliyê hêzên rejîma Esed li gor wezîrê berê yê Libnanê Mû’în Almrobei, û bal kişand ku ev tawanên şer in û hikûmeta Libnanî berpirsyar e.
Wî bal kişand li ser girîngiya ku divê dewletên îmzenekirî li ser peymana taybet li ser penaberan, wek Libnanê- ku divê pabend bibin li gor hikmên yasa mirovîn ên navnetewî, û yasa navnetewî ya taybet bi mafên mirovan ya li gor wê nabe ku penaber bi zorê bêne vegerandin, û berpirsiyarîya yasayî û darayî da ser milê ew aliyê vegerandina xelkê bi darê zorê pêk tîne .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî