“Eniya Niştimanî ya Rizgarkirnê” redkirina xwe ya bi temamî ragihand ji her hebûneke leşkerî ya hêzên Rûsyayê re di nava devera tampon de ya ji aliyê peymana Idlibê hatiye destnîşankirin, û tekez kir ku ew di têkiliyên xwe de ligel Tirkiyê li ser bicihanîna birgên peymanê berdewam in.
Neqîb Nacî Mistafa Nacî, berdevkê Eniya navhatî got ku wan “Di hevdîtineke dirêj de ligel hevalbenda xwe Tirkiyê, bi carekî her hebûneke hêzên Rûsiya li devera tampon red kiriye”, û diyar kir ku Enqerê jî ev nerîna wan pejirandiye.
Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û hevkûfê xwe yê Rusî Vladimir Putin li meha borî gihiştibûn rêkeftinekê ji bo qedexekirina her êrîşeke leşkerî li ser deverê ji aliyê hêzên Esed û çekdarên terorîst ên Îranê, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji aliyê xwe ve, peyman bi gaveke girîng û pêwîst ji bo misogerkirina ewlekariya sivîlan dîtibû û gotibû ku ew rê ji bo çareseriya siyasî vedike û diyar dike ku bijardeya kuştin û koçberkirinê bi carekî têkşiket û biser neket.
Li aliyekî din, desteya siyasî ya Hevbendiya Nişgimanî planek ji bo xurtkirina rêveberiya sivîl li parêzgeha Idlibê gengeşe kir, û çend civîn bi serokê hikûmeta demkî Dr. Cewad Ebu Heteb û wezîrên hikûmetê, herweha bi nûnerên encûmenên xwecihî û çalakiyên sivîl re lidar xistin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, birêz Abdul Rehman Mistafa, bal kişand ku parêzgeha Idlibê pêwîstiyeke wê ya mezin bi planeke rêvebirinê heye, û tekez kir ku ev dê rêveberiya sivîl li Idlibê xurt bike bi riya hikûmeta demî ya Sûrî.
Tê zanîn ku hejmareke mezin ji niştecîhan li Idlib û gundewarê wê heye, û bêtir ji sê milyon kesî lê dijîn, ku nîvê wan ji koçberên ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê bi darê zorê hatine koçberkirin pêktê, û heta niha rêxistinên navnetewî yên mirovan nikarîne bersiva pêdivîyên tevaya xelkê deverê bidin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê