Duh çarşembê Serokê desteya danûstandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî û şanda digel, bi serokê Frensa Imaniwêl Makron re li koçka Elîzê civiya.
Ev serdan di gera desteya danûstandinan bo Yektiya Ewropî de hatiye, ji bo xwe-amadekirina ji gera Cinêvê ya dahatî re, ko wê hefteya dahatî li paytexta Nemsa Viyêna pêk were.
Elherîrî di hevdîtina li gel serokê Frensa de, tekez kir ku deste bizavê dike ji bo biryarên navdewletî cîbicî bibin, di rêya veguhastina siyasî ya rastyeqîn re li Sûriyê, li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Her weha dibîne ko Rûsya dibe asteng li pêşiya destpêşxeriyên navdewletî, yên ko dixwazin çareseriyeke siyasî li Sûriyê bibînin, û ji wan jî kongirê Sotşî, û got ko danîna mercên pêşwext û bombebarana bajar û bajarokan dihêlin ko operasiyona siyasî têk biçe û pêş ve neçe.
Elherîrî bal kêşand ser ko Rûsya dixwaze kongirê sotşî lidar bixe ji bo tiştê ko di danûstandinên li paytexta Kazexistanê Astana misoger nekiriye li Sotşî misoger bike.
Şanda desteyê îro pêncşembê dê digel wezîrê derve yê Italya Encîlîno Elfano li paytexta Italya Roma bicive, û sibe dê biçe Berlînê paytexta Elmanya.
Ji aliyê xwe ve serokê Frensa tekezî kir li ser berdewamiya piştgiriya welatê wî ji operasiyona siyasî re ya li Cinêvê dibe, û got ko Yekîtiya Ewropî di nûavakirinê de beşdar nabe, berî destpêka qonaxa veguhestinê ya desthilata Esed tê de tune be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî