Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî, Nesir Elherîrî, îro înê, kongirekî rojnamevanî li dar xist, ji bo axaftina li ser dawîtirîn pêşhatên metirsîdar li Idlibê, û herweha behskirina civînên ku ji kesên serbixwe re li Riyada paytexta Erebistana Siûdî li dar dikevin.
Û Elherîrî got ku asîmanê Idlibê “ ji êrîşên balafiran vala nabin, wek ku ti rêkeftin derbarê vê deverê çênebûne”, û dît ku ev rewş li ser tevaya dewletên cîhanê ferz dike, roniya sor vêxin ji bo nehêlana çêbûna bobelateke mirovî li deverê.
Û bal kişand ser ku bihezaran sivîl berê xwe didin sînoran, û ev nîşana qeyraneke penaberiya nû ye, û got ku civaka navdewletî nikarîbû erkê xwe yê yasayî yê parastina sivîlan bicî bîne, herweha nikarîbû bizaveke mirovî bike, ji bo dabînkirina pêdawîstiyên mirovî yên herî kêm bo kesên hewcedar.
Û Idlib wek devereke bobelatê ragihand, û tekezî li ser seredariya pê re li gor van bingehan kir, û herweha got: “ Ev civaka navdewletî û dewletên garantor ji berpirsyariyên wan bêpar nake, û dive ew berpirsyarî ne di riya sepandina agirbesteke demkurt re be , lê di riya sepandina agirbeteke giştî ya herdemî re.
Paş re behsa civînên serbixweyan li Riyadê kir, û tekezî li ser rola Erebistana Siûdî û giringiya wê wek dewleteke deverê ya tewerî, û got ku ti kes nikare çavê xwe ji piştgiriya wê li ser tevaya astan pêşkêş kiriye bigire.
Û diyar kir ku helwestên fermî yên nerazîbûnê ji pêkhateyên Desteya Danûstandinan ên sereke derbarê mîkanîzma lidarxistina civînan gihiştine destê wî, û got ku ew nameyên nerazîbûnê li gor pirabsîpên qanûnî ne, û bingeheke yasayî ji van civînan re tune ye, herweha hewcedariya wan civînan bi şêwirdarî û hevrêzkariya di nav tevaya aliyên sûrî de heye, bi armanca gihiştina firehtirîn nûnertiyê, û ew dê di bercewendiya sûriyan û kêşeya wan de be.
Û amaje kir ku ew civîn bilez çêbûn, di dema ku çavê cîhanê li Komîteya Destûrî ye, û tekezî kir ku ev dê bandorê bi şêweyek nerênî li ser karê Komîteyê bike, her weha ew di heman demê de ne ku Idlib rastî bobelateke mirovahî tê, û got : Pêşinde ew e, tiştê li Idlibê dibe bête şpopandin , û alîkariya sivîlan bibe ji bo rizgarbûna wan ji operasyonên bombebarana hovane.
Û got: Herweha yek ji tiştên cihê nerazîbûnê ew bû, ku lîsteya kesên bo civînê hatibûn vexwendin “ navê ti kesê ji deverên rizgarbûyî tê de tunebû, û ew endamên yekîye û partiyên siyasî bûn, û herweha lîste li gor “ alîgirî û mirovantî û bercewendî û têkiliyên kesane bû”.
Û got ku “ ev yek cihê dilnearamiyê bû, û nerînek da pêş ku armanc ji vî kongireyî, zêdekirina nûnertiya hin aliyên siyasî ye , û kêmkirina pêkhatenin din di Desteya Danûstandinan de”.
Û Elherîrî weha jî got: “Mêvandarkirina opozisyonê, ne wek çêkirina wê ye, û divê rola sereke di amadekirin û rêxistinkirina civînan û vexwendina kesan ya opozisyonê be”, û tekez kir ku “ em nikarin nesûrî bin, û nêzîkbûna me ji çi pirsgirêkê re li gor asta guncabûn û sûdeya wê ji şoreşê û bercewendiyên gelê sûrî ye”.
Û Elherîrî got: “ Em napejirînin, û em naxwazin beşek ji çi tewerî bin”, û hêvî ji tevaya teweran kir ku gelê sûriyê dûrî çi milmilaneyê siyasî bikin.
Û weha berdewam kir: “ Em ne ji lîsteya beşdaran aciz bûn, lê ji mîkanîzma lidarxistiana civînan, û encamên wan nayên pesendkirin”.
Û hişyarî da ji parçebûna opozisyona sûrî da, û dît ku ew gef e li ser karê Komîta Destûrî ya ku ji zûde bendewarkirî bû , û behaneyan dide rijêmê ji bo wê rawestîne, û ev gef e li ser tevaya operasyona siyasî.
Û ji Erebistana Siûdî û serkirdayetiya wê ya şareza û Xizmetkarên Herdû Pîrozcihan û cenabê wezîrê karûbarê derveyî xwest ku “ li ser xalên ku hatin diyarkirin rawestin, û bobelata gelê Sûriyê li bîr û bala xwe bînin, û çareseriyekê di riya goftûgoyên dîplomasî re yên bi armanca lipaşxwehiştina vê pirsgirêkê bibînin”.
Û got: “ Parastina oposisyonê ji parçebûnê di destê birayên li Erebistanê Siûdî de ye”, û hêvî kir ku nema Opozisyon veger rewşa parçebûna xwe ya berê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî