Serokê desteya danûstandinan Nesir Elherîrî tekezî li ser cîbicîkirina tekûz ji biryara navdewletî 2254ê re kir, piştî xistina komîta destûrî di destê şandyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora de û bi çavdêriya Netewên Yekbûyî.
Elherîrî di kongirekî rojnamevanî îro piştî nîro li bajarê Istanbûlê got: ‘’em bi biryara navdewletî pabend in, û di vê çarçoveyê de çi destpêşxerî an raman hebin em pê xweşhal in. her weha got: ‘’ giring e atmosferek hêmin û bêlayen dabîn bibe, da operasiyona destûrî pêk were , bi viyana azad a beşdaran.
Elherîrî tekez kir ko ew rewşa hêmin û bêlayen, peydakirina qonaxeke veguhêz feriz dike, da desteya desthilatdar a veguhêz a xwedana hemû karûbarên cîbicîkirinê li gora biryarên navdewletî serpereştiya wê bike.
Elherîrî bal kişand ser ko desteya danûstandinê bizavê dike ji bo kongir têke xizmeta operasiyona siyasî li Cinêvê de bi riya çend pirinsîban, û ya sereke agirbest û şandina karwanên alîkariyên mirovî ji herêmên dorpêçkirî re, û birek ji girtiyan wek destpêk bên berdan, û guncandina encamên kongir da li gor biryara Encûmena Ewlehiyê 2254 bin.
Her weha Elherîrî tekez kir ko giring e ev kongir carekê tenê be, bêyî ko bibe pêvajoyek digel an dijberî pêvajoya Cinêvê. Û encamên kongir bêne radestkirin ji operasiyona siyasî re ya ko Netewên Yekgirtî li Cinêvê wê li gora biryara 3354 û daxuyaniya Cinêvê birêve dibe.
Û destnîşan kir ko ev kongir û kesên lê vexwendî neyên dîtin wek nûnerên gelê Sûriyê, ji ber kesên beşdar bi şêweyek destnîşankirinê hatbûn vexwendin, Û dîsa tekezî li ser giringiya dabînkirina atmosferek bêlayen ji kongir re kir.
Elherîrî got desteyê hemû bizav kirin bo çareserkirina siyasî, û ew ji peydakirina ramanên ko alîkariya çareserkirinê bikin re amade ye.
Û spasiya hemî dewletên piştgir ji kêşeya gelê Sûriyê re ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe kir, her weha spasiya hemî aliyên ku alîkar bûn ji desteyê re ji bo standina biryara xwe ya niştimanî ya serbixwe ya ku bi viyaneke azad û hestekî bilind bi berpirsyariya niştimanî hat standin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî