Artêşa Sûrî ya azad îro pêncşembê 23.02.2017 di operasiyona “Mertala Ferat” de bajarê Babê li gundewarê Helebê yê rojhilat, piştî qewitandina rêkxistina DAIŞa tirorist bi tekûzî kontrol kir.
Serpereştekî artêşa azad ji hindirê bajarê Babê got ko alayên şoreşger, bajar ji mayînên rêkxistina DAIŞê çandibûn paqij dikin, û bêtir got ko operasiyona rizgarkirinê hat piştî çend demjimêran ji kontrolkirina şoreşgeran ji çargoşa ewlekariyê û hin bargehên din re li navenda bajêr, ko ew giringtirîn cihên rêkxistinê û yên herî asê bûn.
Artêşa azad berî sê mehan şerê rizgarkirina Babê ragihand û gund û girên nêzîk bajêr kontrol kirin, û piştî wê taxên hindirê bajêr û nexweşxane û depoya genim kontrol kirin.
Bajarê Babê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ye, li dora 200hezar kes lê niştecih dibin, û rêkxistina DAIŞ di 14ê çileyê paşî 2014an de ew kontrol kir.
Artêşa azad di 24.08.2016ê operasiyona “Mertala Ferat” dest pê kir, bi amanca herêma bakur ji rêkxistinên tirorist paqij bikin û bi taybetî rêkxistina “DAIŞ”, û ew operasyon bi piştgiriya artêşa Trikiyê û hevrêzkariya hêzên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî pêk hat.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî