Balyozxaneya Sûrî li Qatarê beşdarî di pêşangeheke karên destî de kir, û têde gelek berhemên karê dest ên corbecor ji çanda dîrokî ya Sûrî, wek seramîk, mozayîk, wêneyên li ser caman û neqş û dirûna karê dest hatibûn nimayîşkirin.
Di pêşangehê de hejmarek ji welatên Ereb û Islamî beşdar bûn, û pêşangeha Sûrî balkêş bû, û bi başî hat pêşwazîkirin, û balyozê Sûrî li Qatar, rêzdar Nizar Al-Heraki, diyar kir ku pêşangeha Sûrî bi awayekî berçav beşdar bû, û mêhvan bi serdana wê kêfxweş bûn, û matmayîna xwe bi karên destî yên sûrî yên dîroka miletê Sûrî nîşan dide anîn ziman.
Al-Heraki bal kişand ser girîngiya parastina mîrata kevnar û girîng a Sûrî, û sûdwergirtina ji hemû derfetan ji bo pêşkêşkirina wê ji cîhanê re, û bal kişand ku ev mîrat bingeha nasnameya Sûrî ya ku gelê Sûrî hildigire ye, û gelê Sûrî tev pê navdar e, heya hatina rejima Esed, ya ku bi van berheman lîst û ciyawazbûna wan têk bir.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî