Serokê Desteya Niştimanî ya ji bo bergiriya girtiyan Yasser El-Ferhan, daxwaz ji Almanya û Fransa kir, ji bo avakirina komeke navdewletî ligel Tirkiyê û hejmarek ji welatên dost, û bilez biçin Konseya Ewlekariyê ji bo doza serbestberdana hemû girtiyên di girtîgehên rijêma Esed de, û girtiyan bi tenê nehêlin li ber kiryarên zêdetir ên di girtîgehan de, ji ber rijêm sûd û mifayê ji bêkariya civaka navdewletî li hember parastina girtiyan dibîne.
El-Ferhan duhî di hevdîtinê de ligel nûnerên Almanya û Fransayê yên ji bo Sûriyeyê, bal kişand ku rijêm niha û rojane lîsteyan bi navên qurbaniyên di girtîgehan de li ser navendên nifûsê belav dike, û ev belge ye li ser pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov, û cext li ser pêwîstiya ku biçin Konseya Ewlekariyê wek heman çûna ji bo doza yasa hejimar 10 kir, ji bo rizgarkirina girtiyên din û serbestberdana wan.
El-Ferhan hişyarî da ji hêsanbûna ku rêjêm pê tawanên xwe radigihîne, û rengê agahdarkirina kesukarên girtiyan bi mirina zarokên wan guhertiye, û bi riya tomarkirina mirina wan di navendên nifûsê de agahdar dibin, û tekezî li ser pêwistiya hişyarkirina Netewên Yekbûyî kir, li ser vê mijara metirsîdar, da bilez û bi awayekî awarte destwerdanê bike, ji bo rizgarkirina girtiyên mayî û dadgehkirina tawanbarên şer.
Wî tekezî kir li ser pêwîstiya neçarkirina rêjîmê li ser qebûlkirina derbasbûna rêxistinên navnetewî û çavdêran, di nav de jî Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor di nav girtîgehên rijêmê de , û dîtina rewşa girtiyan û riftarên serederiya ligel wan.
El-Ferhan ji bo herdu şanderan diyar kir ku lîsteyên girtiyan rewşa wan diyar dikin, û got: “wan di xwenîşandanên aştiyane de, av û gul didan nobetdarên rijêmê, yên êrîşî xwepêşandanên aştiyane dikirin,” û got: “lê rijêmê bi revandin û binçavkirin û îşkence û kuştinê bersiva wan da, û cinazeyên wan jî nedan malbatên wan, û nehişt lêkolîneke serbixwe li ser mirina wan pêk were.”
El-Ferhan diyar kir ku rijêmê bi belavkirina van lîsteyan “Nexşeya Sûriyê kir koneke mezin ê şîn û êş û xemgîniya xelkê wê,” û bal kişnd ku vê yekê careke din “Vîna rizgarbûna ji rijêma kuştin û revandin û îşkenceyê” li rex xelkê Sûriyê nû kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê