Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Selahdîn Elhemwî bêhivîbûna xelkê Sûriyê anî ziman li hember têkişestina konseya Ewlekariyê ji bo peydakirina agirbesteke demkî û rewstandina tawan û kuştarên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê yên bi awayekî hovane her ji têkşikestina kongirê Soçî yekser zêdetir bûne.
Ku konseya ewlekariyê careke din di ragihandina agirbesteke mirovî de têkşikest, ya ku hatibû li ser daxwaza Siwêd û Kiwêt ji bo lidarxistina civînekê hevdem ligel metirsiyên li ser çend navçeyan û bi taybetî li ser Xûta Şamê ya rojhilat û gundewarê Idlibê.
Elhemwî tekez kir li ser têkşikestina berdewam ya konseya ewlekariyê di rawestandina êrîşên hêzên Esed û Rûsiya û milîsên Îranê de, û bi tenê diyarkirina hevxemî û negeraniya xwe, vê konseya navdewletî bê wate dike ji erkên wê yên serekî bo parastina ewlehiya navdewletî, ku pêdiviye careke din derbarê vê bêkariyê li nxwe vegere.
Ku amara qurbaniyên bi dest terora Rûsiya û rijêma Esed di oparesyonên dawiyê de gihiştiye zêdetir ji 500 sivîl û zêdetir ji hezar birîndarî, hevdem ku heftiya borî li Xûta rojhilat bi xwîndartirîn hefte her ji sala 2015 ‘an ve hat binavkirin.
Elhemwî diyar kir ku rawestandina tawan û kuştaran li Sûriyê wê bibe, heger vîneke pak habe nemaze ji aliyê Amerîka ve û dûrî biryarên konseya ewlekariya jikarketî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî