Komîsyona Niştimanî ji bo girtiyan û kesên winda, diyar kir ku veşartina rejîmê ji hejmara kuştiyên di girtîgehan de re, û agahdarkirina serayên nifûsê ji bo tunekirina nasameyên wan, belgeyeke eşkere ye li ser berpirsiyariya rijêmê di ber kuştina wan de, û komîsyonê bangawazî da ji bo gunehkarkirina gelek rayedarên payebilind yên rejîmê û dadgehkirina wan, ji ber ku ev tawan dikevin di rêza tawanên dijemirov de.
Komîsyonê dubare bang li Konseya Ewlekariyê kir ji bo bi hesteke mirovî têkiliyan bi rewşa trajîk ya girtiyên girtîgihên rejîma Esed re bike, herwiha bi erkên xwe rabe ji bo standina biryareke wêrek û raguhestina fayilê tawanên şer li Sûriyê ji bo dozgeriya giştî ya dadgeha tawanên navdewletî.
Ev yek tê ji ber raporên dawiyê yên derbarê lîstina rêjêmê bi belgeyên kesayetî yên girtiyan li serayên nifûsê, û qeydkirina wan di nav miriyan de, û ev yek di daxuyaniyeke Komîsyonê de ku îro pêncşemê derketiye hatiye û dibîne ev “belgeyek e eşkere ye li ser berpirsiyariya rijêmê di ber bêseruşûnkirina wan de”.
Komîsyonê destnîşan kir ku rêbazên îşkenceyê yên rijêm bikar tîne, û ji alîyê raporên mafên microvan hatine belgekirin, dibin sedema mirinê, bi şêwandina endamên laşê girtiyan û lêdana bi bistên hesin û şewitandina bi çixaran, tevlî kiryarên bidarvekirin û kuştinê yên ji derveyî çarçoveya yasayê.
Komîsyonê bal kişand ku hin raporên mafên mirovan yên bêalî diyar dikin ku belgeyên xurt hene li ser berpirsiyariya kesyetiyin mezin ên rejîmê di ber pêkanîna van tawan û binpêkirinan de, û divê ew kes birengek giştî û kesayetî di ber wan kiryaran de bên tewanbarkirin, û diyar kir ku yasa mafên mirovan ya navdewletî rayedaran berpirsyar dibîne di ber ewlekariya kesên hatin binçavkirin, û daxwaza belgeyan ji wan dike, ku bi riya encamdana pişkinîna pizîşkî ya bêalî biçespîne ku mirin normal e yan normal nîne.
Komîsyonê dît ku ev kiryarên ku berpirsiyariya rijêmê ne, “her yek ji wan dibe tawaneke şer û dijemirovahiyê,” û diyar kir ku tewan ev in: Revandina li derveyî çarçoveya qanûnê, û wendakirina bi zorê, û înkarkirina hebûna kesên hatin binçavkirin, û îşkence û tinekirina wan, û nedana termên wan ji malbatên wan re, û binaxkirina wan di gorên bikomel de, û tomarnekirina dema mirina wan.
Komîsyonê got ku, “ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên sivîl yên ku slogana azadî û rûmeta mirovan li seranserî cîhanê bilind dikin tê xwestin, kar bikin ji bo rizgarkirina bi deh hezaran mirovên ciwan, jin, mêr, kal û pîr û zarok yên hatin binçavkirin, û doza wan bibînin wek dozeke mafên mirovan, yên divê ji her kesî re dabînkirî bin “.
Tê zanîn ku Komîsyona Netewî ya ji bo parastina kesên hatine binçavkirin û windakirin, bi biryara hevbendiya niştimanî, û bi awayekî serbixwe û bi hevkariya di gel rêxistinên navnetewî yên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan hatibû damezirandin, ji bo bidestxistina encamên berçav û pratîk li ser erdê, bi rêya serbestberdana kesên hatin binçavkirin û rawestandina îşkence û tinekirina fizîkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê