Kiryarên koçberkirina neçarî yên li derdora Şama paytext li ser destê rijêma Esed û milîsên kirîgirtiyên Îranê berdewam in.
Û ligor gotinên çalakvanan, îro bi hezaran sivîl ji taxên Berzê û Qabûn û Tişrîn li Şama paytext û taxa Elwe’r li Himusê, ber bi parêzgeha Idlibê ve koçber bûn, di çarçovê yek ji mezintirîn kiryarên guhertina demografîk di çerxê niha de.
Herwiha hin serkirdeyên van taxên bi salan dorpêçkirî mane diyar kirin ku “xelek ne bi vîna xwe koçber dibin lê Rijêm wan neçarî koçberbûnê dike“.
Wan serkirdeyan di hevdîtinekê de bi rêka internêtê ligel desteya serokatiyê û ya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, got ku tawan bi awayekî pêrewkirî li see destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê li dijî sivîlan hatine pêkanîn, û dan xuyakirin ku ev yek bûye ” şêwaz û riftarê Rijêmê ji bo neçarkirina sivîlan li ser koçberbûnê“.
Û bal kişandin ku kiryarên koçberkirinê bi serpirştiya efserên Rûs dibin, hevdem rexne girtin li bêdengiya NY li hember van kiryarên berovajî yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf di hevdîtinên xwe de yên ligel balyozên dewletên dost ev kiryarên niha yên koçberkirinê bi “tawanên şer” dîtin, û hevdem daxwaza bizavekê li hember van kiryaran û dadgehkirina berpirsyaran kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî