Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Endulmecîd Berekat, got ku armanckirina hêzên rejîma Esed ji navendên bergiriya şaristanî yên ku ji bo xizmeta welatiyan hatine avakirin, di çarçoveya berdewamiya rejîmê di mejiyê tawankariyê de tê, û her aliyekî ku xizmeta welatiyan dike , wek gefê ji desthilata xwe re dibîne.
Berekat got ku rejîma Esed li dijî hemû damûdezgehên ku xwe li ser erdê li deverên azadkirî çespandine radiweste, ew dezgehên bi dirêjahiya dema derbasbûyî , tevî hebûna astengiyan, karê xwe dikin, lê zêde kir ku rejîm dixwaze her alyekî yan dezgehekê ku bandora wê ya rasterast li ser kolana Sûrî hebe tine bike.
Berekat destnîşan kir ku rejîma Esed ne tenê şer û bombebarana Dezgeha Bergiriya Şaristanî kir, û ligel hevlbendê xwe Rûsiyê hewil da wê rêxistinê ji bakurê Sûriyê dûr bixe, ji ber wê tawanên rejîmê li dijî sivîlan pêk anîbû di dema salên derbasbûyî de eşkere dikirin.
Berekat tekez kir ku rejîma Esed ne tenê ji Rêxistina Bergiriya Şaristanî ditirse, ji ber ku rêxistineke serkeftî ye, lê ji ber ku ev rêxistin bûye rêxistinek navdewletî û mirovî, û rejîm fêr bûye di dirêjahiya desthilata xwe de ku tevahiya damûdezgehan li jêr dest û kontrola wê de bin.
Endamê Desteya siyasî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi berpirsyaretiya xwe ya exlaqî û mirovahê rabe derbarê tişta ku li Sûriyê rû dide, û serderiyeke cidî ligel rejîmê bike, da ku berdewamiyê nede tawanên xwe, û parastina welatiyên sivîl yên Sûriyê ji hovîtiya rejîmê û hevalbendên wê jî bike.
Bergiriya Şaristanî li Hemayê, Doh roja Sêşemê ragihandibû ku hêzên rejîmê bi topan navendeke wan li bajarê Morik ku gundewarê bakur topbaran kiribû, û bi temamî hatibû wêrankirin.
Herwiha rêbendên rejîmê navenda Bergiriya Şaristanî bi 15 topên mûşekî kirbû armanc, ku bi temamî wêran bû, herwiha çend ambulans jî hatin têkbirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn û zirar gihişte çend navendên din yên pijişkî yên nêzîkî wê deverê.
Berya niha jî di naverasta vê mehê de Bergiriya Şaristanî ya Sûriyê 100 hezar car dîtina firokeyên rejîma Esed û hevalbendên wê li ser deverên azadkirî ji meha Tebaxa sala 2016an belgeh kirbûn.
Hêzên rejîma Esed wan deveran armanc dike, tevî rêkeftina îmzekirî di navbera Rûsiyê û Tirkiyê de di 17ê Îlona derbasbûyî de, û naveroka wê rêkeftinê bicihkirina agirbestê ye, û avakirina devereke bêçek ku deverên di jêr destê rejîma Esed û deverên di jêr destê Artêşa Azad ya Sûriyê ji hev cuda bike.
Jêder: Ragiahndina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê