Karbidestekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikbariya Sûriyê, diyar kir ku Beşar Esed alîgirên xwe dixapêne, û xwe wek kesekî serkeftî ji wan re diyar dike, lê rastî berovajî vê yekê ye, û ew ji derveyî bazarên herêmî û navdewletî ye.
Sekreterê Giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî Abdulîlah Fahid di gotareke xwe de de ya ku Ajansa Anadol duh belav kir, got ku rejîma Esed bê desthilat e, û biryar di destê Rûsya de ye, û li ser qadê Rûsiya li şûna wî guftûgoyan bi serhildêran re li ser maseyên siyasî dike.
Û bal kişand ser rastiya nayê dîtin ji aliyê alîgirên wî, yan jî ew hewl didin çavên xwe jê bigirin, ku Esed ji demeke dirêj de êdî di bazarên herêmî û navdewletî de nemaye, û wan bala xwe nedan hevdîtinên li nêzîkî baregeha wî çêbûn, û ti rola wî têde tunebû.
Û destnîşan kir ku rijêm neçar bû ku kaxeza diwanzdeh-prensîban ya di navbera desteya danustandina Sûriyê û Netewên Yekbûyî de, yên rejîmê li dema rûniştinên Cenêvê red kiribûn, pesend bike.
Abdulîlah Fahid, yê niha endamê desteya danustandinên Sûriyê ye, diyar kir ku rijêmê, ya cext li ser destûra 2012’an dikir, îro neçar bûye biryarên navnetewî yên ji bo guhertina wê destûrê bi destûreke nû ya ligor hêvî û daxwazên gelê Sûriyê bicî bike, bi riya pejirandina navên Komîsyona Makezagonê.
Fahid di gotara xwe de got: “Ne tiştek veşartî ye, ku hebûna rejîma Esed ya rastî nemaye, û nikare asayîş û aramiyê li Sûriyê peyda bike”.
Û got ku Esed “Alavek e ji bo cêbicêkirina lîsteya karên ku pê tên spartin, û pêkanîna fermanan bêyî ti nîqaş, ligor rêkeftin û peymanên navnetewî, bi taybetî yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de, yên derbarê cêbicêkirina prosesa siyasî û bicihkirina tekistên biryara 2254, ya ku Amerîkayê û welatên din dest jê bernedane, ya bi pêkanîna veguhestina siyasî bêyî Esed Esed bi dawî dibe”.
Li dawiyê tekez kir ku şoreşa Sûriyê piştî heft sal û nîvan li hember rejîma Esed neşikest, berovajî , wê karîbû rola rijêmê li ser asta herêmî û navdewletî piçûk bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî