Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kir ku rizgarkirina Reqê divê bi riya artêşa azad be, û kiryarên milîsên “PYD”ê wê karînê nade wan ku bibin alî di rizgarkirina bajêr de, û cext kir ku şervanên artêşa azad karîn ewlehiyê peyda bikin ji bo navçeyên “Mertala Feratê”, û di encamê de bi hezaran xelkên koçber vegeriyan li ser mal û xaniyên xwe.
Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan di daxuyaniyekê de tekez kir ku ” binpêkirin ji aliyê milîsên Partiya Yekîtiya demokrat (PYD) di oparesyonên leşkerî de hatine pêkanî, û digehêjin asta tawanên şer”, ji wan jî kiryarên kuştin û girtin û talankirin û şewtandina cih û xaniyan û koçberkirina xelkê Sûriyê ji hemû pêkhateyan.
Ferhan rexne li Amerîka girtin li ser piştgiriya van milîsan û got: “hêzên Amerîka destwerdan di Mibicê de kir ji bo parastina mana çekdarên PYDê, di dema ku bêdeng e li hember koçberkirina xelkê gelek bajarên Sûriyê, wek koçberkirina vê dawiyê li taxa Elwe’r li Himusê “.
Û got ku Waşinton dijefirînê li ser firokên Rijêmè disepîne li deverên wargehên wan milîsan, û heman dijefirînê li ser navçeyên din yên ji aliyê firokên Rijêmê bi bermîlên teqîner û bombe û napalim û gaza kilorê û ya Sarînê tên armanckirin ferz nake “.
Ferhan balkişand ku ew milîs berdewam bi pêkanîna tawankariyan bi rêka dana zanyariyên cihên yên şaş bo hêzên Hevpeymaniyê radibin, û di encamê de hemwelatî tên armankirin û ev yek dibe sedema koçberkitina xelkê.
Û li dawiyê got: ” em têdigehin ku heryek ji stemkarî û terorê hev geş dikin, û teror li Sûriyê bi carekî binbir nabe bê peydabûna baredoxên jiyana bi rûmet û azad, ku ev yek daxwazên şoreşa xelkê Sûriyê ne, û pêwîstiya pêkanîna van daxwazan bi barkirina Esed heye ji bo dabînkirina seqamgeriya pêwîst bo Sûriya û navçeyê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî