Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bombebarankirina bajarê Dêrazorê ji aliyê Îranê şermezar kir, û dîtin ku ew dikeve di çarçova niyazên Îranê de yên ji bo gihandina destdanîna xwe ya li ser xakê heta deriya sipî.
Endamê desteya siyasî O’qab Yihiya got ku ew bombebarankirina şermezarkirî “guhertinên nû” di fayilê Sûriyê de dinexşînin, û got ku ew yek “pirsyaran derbarê rola Îranê di şerê dijberiya terorê de pêşniyar dike”, û tekez kir ku Îran beşek sereke ye ji kiryarên terorîstî yên rojane yên di derheqa gelê Sûriyê de dibin.
Yihiya balkişand ser ku ” tê nasîn ew navçeyên di dest DAIŞ de ji berpirsyaretiya Hevpeymaniya Navdewletî be, û ew berpirsiyartiya wê bombebarankirinê li xwe bigire”.
Ji aliyek din, endamê desteya siyasî Mihemed Eldendel diyar kir ku bombebarankirina Dêrazorê bi mûşekên Balistî ji aliyê Îranê, tê bi armanca girêdana Şamê bi Tehranê ve bi rêka Bexda, û balkişand ku Melayên Tehranê hewl didin ji bo kontrolkirina Dêrazorê, dûrî ragihandê, bi rêka milîsên xwe yên kirêgirtî li Îraq û Sûriyê.
Eldendel tekezî li ser giringiya bizaveke Erebî û bi taybetî ya dewletên kendavê li hember pirojeyê berfirehkirina Îranê yê mezhebî û neteweperist, û hişyarî da li ser metirsiya heman pirojeyî ku Îran bi rêka wê navçeyên nû kontrol dike, ku hîç roleke Îranê di wan de tinebû mîna Mûsil û Enbar û Dêrazorê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî