Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî Sûrî got ko pêkhatiyên hevrikiya Sûrî li Riyadê di lihevkirina dîtina şandeke yekgirtî ji bo danûstandinên Cinêva dahatî de biser ketin.
Kongirê berfireh yê dûyem yê hevrikiya Sûriyê li Riyadê paytexta Erebistana Siûdiyê, karê xwe duh pêncşembê bidawî kir, û beşdaran di daxuyaniya dûmahiyê de tekez kirin ko cihê Esed û simbolên wî bi destpêkirina qonaxa veguhêz re li Sûriyê nîn e.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro diyar kir ko ew hêvîdar in biryarên navdewletî kartêker bibin, û operasiyona siyasî bicî bibe, tako bigehên veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Bêtir got ko ew ji gera Cinêva dahatî re amade ne, destnîşan kir ko desteya danûstandinan li benda jidiliya civaka navdewletî ye, da bigehên çareseriyeke siyasî li Sûriyê.
Û bal kişand ser ko îro ji civaka navdewletî tê xwestin ko fişarê bide ser rêjîma Esed tako têkeve operasiyona siyasî ya jidil û biryarên navdewletî yên cîbecîkirina desteya desthilata veguhêz bi karûbarên cîbicîkirina tekûz.
Fehed got ku giring e Netewên Yekbûyî bi rola xwe rabe da êrîşên rêjîmê û Rûsya yên leşkerî li ser herêmên sivîlan pirotesto bike, û dorpêç ji ser herêmên dorpêçkirî rake û alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re bigehînin û hemû girtiyan berdin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî