Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, fermana lêborînê ya hatiye derxestin ji rejîma Esed, bi “Cihê qerfê ye” da zanîn, û tekez kir ku ew hewldanek e ji bo ” Xwe razî bike ku wî rewabûna xwe vegerandiye”.
Endamekî desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasser El-Ferhan, îro roja sêşemê di daxuyaniyekê de got ku “Beşar El-Esed yê tohmetbar e bi tawanên şer û jenosaydê li dijî sivîlan û kuştin û îşkence û derbiderkirina bi milyonan; îro fermana lêborînê dide kesên ji artêşê cuda bûne”.
Û destnîşan kir ku cudabûyan ti tawan nekirine heta bêne cezakirin, û got: “Divê bêjin ku cudabûyan fermanên kuştinê yên Beşar El-Esed li dijî xwenîşandanên aştiyane dabûn red kirine”.
El-Ferhan diyar kir, ku derxistina lêborînê tê wateya hewldana ji bo piştrastkirina gunehkariya cudaxwazan, û dît ku ev yek nayê qebûlkirin, û got: “Lêborîna giştî tê bi wê wateyê ku biryara pêkanîna tewanê hatiye dan, û ligor yasayê dema lêborîn derdikeve ceza ji ser tewankar tê hilanîn yan jî kêm dibe, bêyî ku navê gunehkariyê ji ser bête rakirin”, û got: ” Ev yek nayê qebûlkirin ji aliyê giyan û felsefeya edaletê, ya ku maf dide endamên artêşa azad ku li ber xwe bidin û gel biparêzin”.
Û hişyarî da ji bo kes neyê xapandin û xwe teslîm neke, û got: “Em balê dikişînin ser fermana lêbûrînê ji aliyê deshilatên neqanûnî derketî, ku kiryarên terorîstî bi xwe ve nagire”, û da zanîn ku rejîmê di heman demê de, hemû dijber û hunermend û şêwekar û aktor bi terorîstiyê gunehbar kirine.
Herwiha bal kişand ser ku dadgeh li Sûriyê di bin bandora siyasetê de ne, û dikevin di bin guşara fermanên hêzên ewlekarîyê û îstîxbaratê de, û diyar kir ku ev biryar “Wê bimîne tenê hibra ser kaxezê, û rêjîmê ji bo sedemên siyasî derxistiye, da bi riya wê bide xuyakirin ku wê serweriya xwe ya nemayî li Sûriyê vegerandiye”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê