Berpirsekê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê cext kir ku Rûsiya û Îran nepabend in bi biyarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, û zêdekir û got ku herdu ligel rijêma Esed hevpar in di pêkanîna tawanên li dijî sivîlên Sûriyê de.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî U’qab Yihiya bal kişand ku Mosko bêkariya navdewlet bi derfet bikar tîne ji bo sepandina ejendeyên xwe yên takalî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê.
Ev axaftin di civînekê de hat ya hatibû lidar xistin ji aliyê komîtiya partiyan ligel nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li bajarê Mirsînê li Tirkiyê bi amadebûna çil kesayetiyên siyasî ji bizav û çalakiyên siyasî yên Sûrî.
Di civînê de, ji aliyê endamê HevbendiyaNiştimanî Fadî Ibrahîm pilana Hevbendiyê ya derbarê têkiliyên ligel hêz û bizavên siyasî hat pêşkêş kirin bo dîtina seruberekê guncayî bi tevlîbûna sercem bizavên Sûrî li Tirkiyê û ji bo peydakirina zemînekî bo lidarxistina hevdîtinên rawêj û pirsînê yên berfireh ji bo rêxweşkirina lidarxistina kongirekê berfireh yê hêzên opozisyonê.
Herwiha pêşhatên siyasî yên niha û rûbirûbûnên paşerojê di civînê de hatin gengeşe kirin, tevî gengeşekirina encamên 8’emîn geşta Cenêv û nirxandina karê desteya danustandinên hewlên wê bo peydakirina helwestên sazan û rêkeftinê.
Li dawiya civînê rêkeftin li ser dirustkirina komîteyekê ji heft endaman bi armanca têkiliyan ligel desteya siyasî ya Hevbendiyê û rawêj û pirsyarkirina hemû pêşhatên siyasî û meydanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî