Li vê sibê bi sedema êrîşeke esmanî ji aliyê firokên rijêmê û Rûsiya, hejmarek şehîd û birîndaran li gundewarê bakur-rojavayê Der’ayê “Elcadûr” ketin, û çalakvanan got ku navçe bi bermîlên teqîner û bombeyên goşeyî ji aliyê rijêmê hat bombebarankirin bi armanca neçarkirina serhildêrên li ser xwe radest bikin.
Çalakvanan got, ku sê kesên sivîl li gundê “‘Ekreba” piştî êrîşeke esmanî ya firokên Rûsî hatine kuştin, û çend kesên din jî birîndar bûne, û hevrêzên bajarê “Elhara” ragihandin ku vê sibê taxên bajêr bi mûşekan û bombeyên goşeyî ji aliyê hêzên rejîmê hatin bombebarankirin.
Çalakvanan piştrast kir, ku “Tel El-hara” ku bilindtirîna lotke li navçeyê ye, her ji duhî ve bi 75 êrîşên esmanî ji aliyê firokên şer yên Rûsiya hat bombebarankirin, û herwiha heman lotke bi 48 bermîlên teqîner ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin û hejmara qurbaniyan her ji nîvê şevê ve zêdetir bû.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bêzariya xwe diyar kir li hember têkşikestina Konseya Ewlekariyê di şermezarkirina tawanên jenosîd û koçbarkirinê de li Horan û Der’ayê, û endamên Konseyê yên herdemî di vê çarçovê de bi kêmasîkar li hember berpirsyariyên wan destnîşan kirin, û gazinda herî mezin ji Iyaletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir, ku dewleteka gerantor bû û paşê re “xwe ji erkên li ser milên xwe paş xist, û xelkê Sûriyê li hember êrîşên hovane yên Rûsiya û Îranê bi tenê hişt.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi rêberiya Washington, çavên xwe ji tawanên mîlîtanên terorîstên Îranê û berfirehkirina kontrola wê ya ji herêmê re digire, û hevdem bi êrîşên esmanî li dijî sivîlên rojhilatê Sûriyê radibe.
Ev yek tê di demekê de ku kirîza koçberên li ser sînorê Urdun, yên ji operasyonên leşkerî ên ji aliyê rejîmê û Rûsyayê ve têne pêkanîn reviyan e, berdewam e.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî, bang ji bo pêkêşkirina alîkariya awarte ji bo 210 hezar kesên koçber yên ji parêzgeha Dera ya pêwîstiya wan bi alîkariyan heye kir, û diyar kir ku karmendên wê nikarin xwe bigihînin koçberan, û got ku ev yek xem û nîgeraniyê li ser rewşa wan ya mirovî peyda dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê