Thursday, 07 December 2017 17:15

Bi Sedema Kulbûna Kezebê û Nehêlana Rêjîmê ji Gihandina Derman re 10 Kes Mirin

Berpirsiyarê ragihandinî li herêma Elhole, Ebdulbarî Ebû Mistefa, diyar kir ko 10 kesan jiyana xwe ji dest dane piştî ko bi nexweşiya kulbûna kezebê ya cûreyê (A) û (B) ketine, û destnîşan kir ko 75 kesên din jî li Zaferaniyê û Elholê pê ketine.

Û bajar û gundên gundewarê Humsê yê bakur ji çend salan ve di bin dorpêça rêjîmê û şirîkên wê de ne, û nahêlin alîkariyên mirovî yên ko Netewên Yekgirtî bo herêmê dişîne bigehên wan.

Û di civîna televizyonî ya girtî de ya navbera çend endamên desteya danûstaninan digel serpreştin ji gundewarê Humsê yê bakur, Ebû Mistefa sedema belavbûna vê nexweşiyê vegerand pirkêmbûna derman û xwarinê, û avadana zeviyan bi ava gemarî.

Endamê desteya danûstandinan ya bala, Yasir Ebdulrehîm, got ku şanda desteyê dê digel tîma Netewên Yekgirtî di rûniştina pêncşembê de vê mijarê  gengeşe bike, û bêtir got ko rêjîm di pêkanîna tawankariyên ko yasaya navdewletî bo wan sizayan dide de berdewam e.

Û tekez kir ko şanda desteyê wê di danûstandinan de berdewam be, û ew li ser çareseriya siyasî sûr e, û daxwaz dike ku biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin, û dibîne ko misogerkirina veguhstina siyasî rêka bidawîkirina derdê miletê Sûrî ye.

Her weha endamê şanda şêwirdariyê ya şanda danûstandinan Riyad Elhesen, şirovekirineke hûrbîn li ser pêşveçûnên operasiyona siyasî û tiştê li Cinêvê çêdibe pêşkêş kir, û destnîşan kir ko ji civaka navdewletî tête xwestin ko fişarê bide ser rêjîma Esed ji bo biryarên navdewletî û bi taybetî bendên mirovî yên biryara 2254 cîbicî bike.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Bi Sedema Kulbûna Kezebê û Nehêlana Rêjîmê ji Gihandina Derman re 10 Kes Mirin