Berpirsiyarê ragihandinî li herêma Elhole, Ebdulbarî Ebû Mistefa, diyar kir ko 10 kesan jiyana xwe ji dest dane piştî ko bi nexweşiya kulbûna kezebê ya cûreyê (A) û (B) ketine, û destnîşan kir ko 75 kesên din jî li Zaferaniyê û Elholê pê ketine.
Û bajar û gundên gundewarê Humsê yê bakur ji çend salan ve di bin dorpêça rêjîmê û şirîkên wê de ne, û nahêlin alîkariyên mirovî yên ko Netewên Yekgirtî bo herêmê dişîne bigehên wan.
Û di civîna televizyonî ya girtî de ya navbera çend endamên desteya danûstaninan digel serpreştin ji gundewarê Humsê yê bakur, Ebû Mistefa sedema belavbûna vê nexweşiyê vegerand pirkêmbûna derman û xwarinê, û avadana zeviyan bi ava gemarî.
Endamê desteya danûstandinan ya bala, Yasir Ebdulrehîm, got ku şanda desteyê dê digel tîma Netewên Yekgirtî di rûniştina pêncşembê de vê mijarê gengeşe bike, û bêtir got ko rêjîm di pêkanîna tawankariyên ko yasaya navdewletî bo wan sizayan dide de berdewam e.
Û tekez kir ko şanda desteyê wê di danûstandinan de berdewam be, û ew li ser çareseriya siyasî sûr e, û daxwaz dike ku biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin, û dibîne ko misogerkirina veguhstina siyasî rêka bidawîkirina derdê miletê Sûrî ye.
Her weha endamê şanda şêwirdariyê ya şanda danûstandinan Riyad Elhesen, şirovekirineke hûrbîn li ser pêşveçûnên operasiyona siyasî û tiştê li Cinêvê çêdibe pêşkêş kir, û destnîşan kir ko ji civaka navdewletî tête xwestin ko fişarê bide ser rêjîma Esed ji bo biryarên navdewletî û bi taybetî bendên mirovî yên biryara 2254 cîbicî bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî