Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duh li êvara roja yekşemê, civînên xula xwe ya 48’emîn bidawî kirin, piştî gotûbêjkirina hejmarek babetên girîng û bi bandor li ser pêşkeftina karê hikumeta demkî ya Sûrî û proseya siyasî, nemaze xebata Komîteya destûrî ya li baregeha NY li Cinêv.
Civîn bi beşdariya Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Al-Abda, Serokê hikûmata demkî ya Sûrî, Abdul Rehman Mistefa, Serokê desteya danûstendinê, Dr. Nesr Al-Harîrî, û hevserokê Komîteya destûrî ya Sûrî, Hadî Al-Behra lidar ket.
Serokê Hevbendiya Niştimanî xebata desteya Serokotiyê di nav du mehên borî de nirxand, ya pêşîn jî di nav de serdana welatê Mexribê û serdanên navnetewî, ku tê de li gelek welatên Ewropî geriya ji bo komkirina piştgiriyê ji bo doza gelê Sûriyê, bi taybetî peydakirina jîngeheke ewle ji bo sivîlan li deverên rizgarkirî, tevî piştgirîkirina helwesta nûnerên desteya danûstendinê di dema beşdariya komîteya destûrê de.
Desteya Giştî guhdarî raportên hikumeta demkî û serokê wê, Abdul Rehman Mistafa, û zehmetiyên tên pêşya wê kirin, û ji aliyê wezîrên wê ve kurteyek li ser karên di warên xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî, encumenên xwecihî, rewşa darayî û projeyên pêşniyarkirî û avakirina encûmena dadweriyê pêşkêş kirin.
Wezîrê Parastinê, general Salim Idris, kurtiyek li ser pêşkeftinên di avakirina artêşa Niştimanî ya Sûrî û operasyona “Kaniya Aşitiyê” de pêşkêş kir, û endamên desteya giştî pesnê serketinên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatine bidestxistin dan, herweha hembêzkirina Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê di nav rêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî de, û pêşkeftina bilez ya artêşa niştimanî di kontrolkirina beşek mezin ji axa Sûriya di demeke kurt de.
Serokê desteya danûstandinan û Hevserokê Komîteya Destûrî jî bi berfirehî behsa pêşketinên di proseya siyasî, atmosfera, bizavên bûn ji bo komkirina yekemîn civîna Desteya Destûrî, û mekanîzmayên xebatê yên ku ligel Netewên Yekbûyî kirin.
Û hat tekezkirin ku divê destûreke nû ji welat re were amadekirin da mafan û dabeşkirina desthilatan biparêze, û mijarên mayî, nemaze rêveberî û hilbijartin, ligel karê Komîteya destûrî li ser bingeha biryarên navdewletî yên têkildarî Sûriyê, nemaze daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, gotûbêj kirin.
Endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî silav şandin ji gelên Iraq û Libnanê re, yên ku li dijî gendelî û mezhebparêziyê derdikevin, û daxwaza azadî û dadê ji hemû gelên Ereb ên azadîxwaz re kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî