Navçeya Xûta rojhilat rûbirû bombebaraneke berdewam ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê dibe, û ev yek bûye sedema şehîdbûna bi dehên sivîlan, hevdem ku çalakvan dibêjin ku li derdora wê hêzên leşkerî yên nû kom dibin û xwe amade dikin ji bo derbasî navçeyê bibin.
Û çalakvanan kuştina 5 sivîlan û birîndarbûna 10ên din li bajarokê Misraba bi bombeyên hêzên Esed û mûşekan belge kirin, û diyar kirin ku navenda bajêr bi awayekî bi mebest tê bombebarankirin, û ev yek bûye sedema ziyana li avahiyên nişteciyan.
Hevrêziya bajarê Dûma ya ser bi Xûta rojhilat ve li ser malpera xwe ya “Facebook”ê nivîsandiye ku navçeya di navbera herdu bajarokên Eleşe’rî û Elşêfoniyê de duhî ji aliyê hêzên Esed hatiye bombebarankirin û têde 4 sivîl şehîd ketine, û gotiye ku 3 sivîl li bajarokê ” Otaya” û 2 li bajarokê “Seqba” û yek li bajarokê “Elmihemediyê” bi sedema bombebarana taxên nişteciyan bi top û mûşekan hatine şehîdkirin.
Û çalakvanan got ku zarokeka pêçekê jiyana xwe jidest daye bi sedema nebûna derman û xwarina pêwîst û dorpêçkirina li ser sivîlan ya ji aliyê hêzên Esed û pasdarên Îranê hatiye sepandin.
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî hişyarî daye derbarê neguhdariya civaka navdewletî, û dîtiye ku dibe ev yek bibe sedema têkçûna piroseya siyasî eger rê li ber tewanên Rijêmê neyê girtin û berdewam bimîne .
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya mafê mirov, li roja 16’ê reşemehê raportek belav kir û têde gotibû ku nekêmtir ji 40 komkujî bi destê hêzên rijêma Esed li Xûta rojhilat hatine pêkanîn, û şehîdbûna 729 sivîlan tomar kiriye, 185 zarok û 109 jin û 7 karmendên bergiriya sivîl û 10 karmendên biwarê saxlemiyê û rojnamevanek di nav wan de hene.
Torê bal kişandibû ku hêzên Esed berpirsyar in di ber kuştina 697 sivîlan de, 177 zarok û 96 jin û 6 karmendên bergiriya sivîl û 10 karmendên pizîşkî û rojnamevanek di nav wan de hene.
Hevdem ku xelkê navçeya Xûta rojhilat her bi sedema dorpêçkirina li ser hatî sepandin ji pênc salan ve, rûbirû rewşeke mirovî ya zehmet dibin, û rêxistina lêborîna navdewletî “Amnesty” bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê Rijêmê û pêkanîna tawanên şer li dijî mirovan tekez kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya