Rêjeya wêraniyê li gund û bajarokên Wadî Bereda bilind bû piştî berdewamiya hêzên Rijêmê û milîsên Îranê di bombebarankirina avahiyên nişteciyan û navendên xizmetgozariyê bi dirêjahiya 23 rojan, hevdem ligel bêdengiya Encûmena Asayîşê û aliyê garantîkarên Rijêmê.
Ji hindur Wadî Bereda çalakvanan gotin ku rêjeya wêraniyê li gundê “Besîma” ji ya gund û bajarokên din bilindtir e, ku 65℅ ji rûberê wê bi sedema bombebarankirina bitewşî û pevçûnan hatiye wêrankirin, û 40℅ ji “E’în Fêcê” û 15℅ ji Dêr Miqrin, û li gundê “Kefîrzêt” rêje gihiştiye 5℅, bi sedema bombebarkirina navçeyê bi mûşekên fîl û top û tank û çekên giran.
Çalakvanan diyar kirin ku hêzên Rijêmê bi mebest navçeyên zindî û şûnwarên dîrokî yên li bajêr bombebaran dikin, û xalên pizîşkî û navendên Berevaniya Sivîl û nivîsîngeha desteya ragihandinê li navçeyê bi giranî ji aliyê firokên şer tên armanckirin, ku bûye sedema rawestana kar wê, û gotin ku peristgeha Romanî ya dêrîn li navçeya E’în Fêcê hatiye wêrankirin, herwiha bi mebest 5 mizgeft li navçeyê hatin wêrankirin ji wan du mizgeft li bajarokê Besîma û 2 li gundê Kefîrzêt û mizgeftek li gundê Elhisêniyê.
Têzanîn ku bi mebest kargeh û avahiya E’în Fêcê her ji destpêka oparesyenê hatin wêrankirin, û ew kargeh yekemîn jêderê avê ye ji Şamê û derdora wê re, ku bû sedema berzbûna gelek ji ava kaniyê û ziyan gihan depo û amûrên kaniyê, û herwiha hin kes li navçeyê bi jehreî ketin bi egera gemarbûna avê.
Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve daxwaza şandina bilez ji komîteyeka şopandina rastiyan re bo navçeyê ji NY kir, û tekez kir ku êrîşên leşkerî yên ji aliyê hêzên Bişar û çeteyên hizibulaha terorîst hêjî li ser navçeya Wadî Bereda berdewam in, û got ku ev êrîş bûne sedema jikarketina gelek navendên xizmetgozariyê ji wan kaniya “E’în Fîcê” ya ku ava vexwarinê dide Şamê û gundewarê wê.
Ji aliyê xwe ve, rêkxistina NY ya zarokan (UNICEF) nîgeraniya xwe nîşan da li hember zêdebûna naxweşiyên zikêşê di nav zarokan de li Şamê bi sedema kêmbûn û pîsbûna avê û bilindbûna behayê wê”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî