Serokê rêveberiya ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ehmed Remedan got: qezenckirina Kombenda Rojnamevanên Sûrî ji danpêdana navdewletî re pir giring e, ji bo tekezkirina mafê rojnamevanên şoreşger yên kirdeyên rêjîma Esed li Sûriyê red kirine.
Kombendê danpêdana navdewletî bi tevaya dengan bidest xist, di civîna endamên nivîsgeha cîbicîkirinê ya (Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan) anko (IFJ) ‘’fîdraliyeta navdewletî ‘’, ya li Tûnisê roja şemiyê 18 çêriya paşî ya nuha lidar ket.
Remedan bal kêşand ser ku karên kombend dike dikeve berjewendiya pêşketina rojnamevaniya Sûrî bi taybetî, û berjewendiya Sûriyê bi giştî.
Remedan pîrozbahiya hemû kesên Kombendê birêve dibin kir, û hêviya berdewamiya serkeftinê ji wan re kir, di berevaniya azadiya derbirrînê û eşkerekirina tewanên rêjîma tewankar de.
Tê zanîn ku Kombenda Rojnamevanên Sûrî di sibata 2012ê de, bi destê komek rojnamevanên Sûrî yên piştgiriya şoreşê dikin çêbû, û bi fermî li Frensa li gora yasaya komelan, û di 6 tîrmeha 2013 hat tomarkirin, û nivîsgeheke xwe li bajarê Xazî Entaba Tirkî vekir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî