Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê birîndarbûna wezîrê saxlemiya hikûmeta Sûriyê ya demkî Mihemed Firas Elcindî û şehîdbûna şifêrê wî “Husam Elmendîl” ragihand, ku ew bûyer ji encama êrîşeke esmanî ya firokên şer bû, li ser cihê rûniştina wezîr li bajarê Me’eret Elnu’iman li gundewarê Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî, duhî roja pêncşemê, daxuyaniyek da û têde “tawana armanckirina wezîrê saxlemiyê” şermezar kiribû û gotibû: “ev tawan hatiye pêkanîn di çarçovê oparesyoneke zêdegavî ya berdewam de ji aliyê hêzên Rijêmê û dagîrkariya Rûsiya û milîsên Îranê li ser Idlibê û Xûta rojhilat, ku têde bi dehan kes hatine şehîdkirin û birîndar bûne û bi hezaran hatine koçberkirin”.
Û ligor daxuyaniya Hevbendiyê, armanckirina wezîrê saxlemiyê û pasevanê wî bimebest bû, di dema bi karê xwe radibûn.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de behiya malbata şehîd Husam Elmendîl û sercem malbatên hezkerên xwe jidest dayîn li ser destê Rijêmê û hevalbendê wê kiribû, û “Hêviya saxiyê bi awayekî bilez ji wezîr re kiribû, û hêvî kiribû ku bilez vegere li ser karê xwe û xizmeta xelkê xwe bike”.
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta demkî li sala 2016’an, wezîrê xwe yê kargêriya xwecihî Ye’qûb El’imar li bajarê Inxil li gundewarê Der’a jidest dabû, li dema vekirina navenda polîs di teqîneke terorîstî de, û têde 12 kes û tevî wezîr hatibûn şehîdkirin, zêdebarî birîndarbûna bi dehan kesên din tevî wezîrê aboriyê Ebdulhekîm Elmisrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî