Friday, 10 November 2017 21:10

Bobelata Elxûte û Pêşveçûnên Siyasî li ser Maseya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ne di Gera wê ya 36emîn de

Sibe roja şembiyê (11 çêriya paşî) karên gera normal ya 36 ya civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê li Istanbulê dest pê dike û dê du rojan berdewam bike

Endamên desteya giştî dê rewşa meydanî li Xûta rojhilat ya dorpêçkirî û operasiyona leşkerî ya tund ji hêla hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist û serhişkiya rêjîma Esed di nehêlana gihandina alîkariyên hawarhatinê û yên bijîşkî bo xelkên dorpêçkirî gengeşe bikin.

Dîma Mûsa endama desteya giştî ya Hevbendiyê red kir ko dosya mirovî wek ya pêdiviyên xwarinê û dermanan têkeve kontrola lîstikên siyasî, û di daxuyaniyeke taybet de got ‘’ me ji Netewên Yekgirtî û aliyên navdewletî yên kartêker daxwaz kir ko giring e dorpêç ji ser Xûta rojhilat û bajarên dorpêçkirî bête rakirin, her weha rakirina dorpêçê û berdana girtiyan dosyayên ne cihê danûstandinê ne, û veger ji doza wan nabe ‘’ , bêtir got ‘’jiyana zarokan ne heyberek e  di bazara siyasetê de ‘’

Her weha rewşa meydanî ya sivîlên Dêra zorê û dorpêçkiriyên Hewîcet Qati’h  li ser lîsteya kar hatin danîn.

Endamê desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Elhesen, ji Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko parastina sivîlên ji hêla hêzên Esed hatine dorpêçkirin dabîn bike, li gora ko yasayên navdewletî yên mirovî dabîn dike.

Bêtir got: ‘’ sivîlên dorpêçkirî li Hewîcet Qati’h  nuha di navbera du agiran de ne,  agirê rêkxistina Daiş û yê rêjîma Esed, û divê tevgereke navdewletî çêbibe ji bo wan biparêzin.‘’

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf û desteya siyasî  wê amadekariyên siyasî ji bo gera Cinêvê ya dahatî û kongirê Riyad 2 û encamên seredanên Hevbendiyê yên vê dawiyê bo Emerîka û Ewropa pêşdîtin bikin, her weha dê civîn dosya herêmên rizgarkirî û karê desthilata demkî û peydeçûna radestkirina desthilatê ji rêbuhêrkên sînorî re, û bizavên damezirandina artêşeke niştimanî ya azad gengeşe bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Bobelata Elxûte û Pêşveçûnên Siyasî li ser Maseya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ne di Gera wê ya 36emîn de