Çalakvan û mafnasan bîranîna 37emîn ya komelkujiya ko rêjîma Esed li Hemayê pêk anî vejandin, ew komkujiya ko bi dehezaran kes têde bûn qurbanî, û daxwaz kirin ko dadpirsîn li gel berpirsiyarên tawankariyên cengê li Sûriyê bê vekirin, û dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên cengê ya navdewletî ve bête şandin.
Komkujiya Hemayê yek ji kirêttirîn komkujiyên serdema Hafiz Elesed e, di 2 sibata 1982ê dest pê kir, û li gora rêkxistinên mafnasiyê 27 rojan berdewam kir, û dora 40 hezar kesî ji xelkên bajêr têde jiyana xwe jidest dan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, bal kişand ser ko niha jî heman awayê zordarî û hovîtiyê li bajarê Hema pêk tê, û acansa Enadol re got: ‘’ Cudahî di navbera tawankarî û tiroristiyê ji komkujiya Hema û tiştê nuha li Sûriyê dibe nîn e.‘’
Berdewam kir û got: ‘’ Cudahî ew e ko nuha cîhan zindî dibîne, lê wê hingê di salên heştêyan de dezgehên ewlehiyê tenê zanîbûn çi dibe.‘’
Destnîşan kir ko wê hingê ew yekem tevger bû li dijî rêjîma dîktator ya ko desthilat bi darê zordariya leşkerî stand, û bêtir got:‘’ Tevger li gelek deveran çêbû, û daxwaza guhertin û çaksazkirinê dikir, lê rêjîmê bersiv bi komkujiya Hemayê da.‘’
Serokê Hevbendiyê dibîne ku ‘’ Tiştê li wir çêbû û bêdengiya cîhanê, hiştin ko mijar bigehê asta evro ‘’, û got ku çi cudahî di nav rêjîma Beşar Elesed û ya bavê wî de nîn e.
Mistefa namak ji cîhanê re şand got: ‘’Ev e pêmayê rêjîma ko hûn destê xwe didinê, hîç nehatiye guhertin, û dîsa tête berhemkirin, û tiroristî dê bigehêje her derê, eger jêder têk neçe. ‘’
Di heman pêvajoyê de tekez kir : Tiroristiya rêjîma Esed ne tenê li ser miletê Sûrî ye, lê bandor digehê Îraq, Libnan û Tirkiyê jî.
Û got ku miletê Sûrî xala nema-vegerê derbas kiriye, û çareseriya bi tenê di riya pêvajoya siyasî li gora daxuyaniya cinêvê û pabendbûna bi biryara 2254ê re ye. Jêder : Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî