Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, piştrast kir ku kiryarên hinek aliyên Libnanê yên tengavkirina penaberên Sûriyê bi riya hilweşandina kampên wan û bûyerên êrîşkirinê heta bi pêkanîna tawanên kuştinê li deverên cuda, tên bi amanca neçarkirina wan li ser vegera li Sûriyê bi darê zorê, ku ev yek wê jiyana wan têxe di rîskek mezin de.
Camûs, îro di daxuyaniyek taybet de, ragihand ku Libnan bi rêya Hizbullah wêran bû, piştî yaxîbûna wê dijî dewleta Libnanê ya bi fermana Îranê û got ku divê em jibîr nekin rawestana rejîma Esed û Hizbullah li dijî projeyê hikûmeta yekîtiya niştimanî di destpêka 2011 de û berdewamiya wan heta vê gavê li ser danîna astengiyan li pêşiya damezrandina hikûmeta nû, û Libnan bi vê ket di bin barê krîzên aborî de, ku rêjeya bêkariyê bi awayekî nepêşbînîkirî bilind bû.
Camûs diyar kir ku Hizbulah hewl dide bi rêya belavkirina axaftinên kînê û nijadperestiyê li dijî penaberên Sûriyê ji bo bala xelkê biguherîne ji ser tawan û kiryarên xwe yên xirab li Libnanê yên ji bo berjewendiya Îran û Sûriyê, û tekez kir ku pirsgirêk bi man yan jî bi vegera penaberên sûrî çareser nabe, lê bi rêya rawestandina tawanên Hizbulah û çeteyên wê yên terorîst çareser dibe, bi taybetî tawanên wê yên ligel rejîma Esed li dijî welatiyên sivîl.
Camûs, Netewên Yekgirtî bi berpirsiyar dît li hember binpêkirinên dibin li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê û ji NY daxwaz kir ku bilez bixebite ji bo parastina wan li gor biryarên navnetewî yên taybet li ser rewşa penaberan.
Cêgirê serokê Hevbendiyê got ku “girîngiyeke mezin heye bo destêwerdaneke navnetewî ya lezgîn û cidî bi awayekî yasayî ji bo pêşiyê bigire li ber berdewamiya pêkanîna binpêkirinan li dijî penaberên Sûrî”, û bang li civaka navnetewî ji bo alîkariya Sûriya û Libnan û hemû welatên din yên tûşî destêwerdana xirab ji aliyê Îranê dibin ji bo têkdana asayîş û aramiya herêmê.
Camûs diyar kir ku şoreşa sûrî ligel miletê Libnanê heman daxwaz û projeye hene, yên ji bo rizgarîbûna jidest rejîma Esed ya dîktator û avakirina dewleteke demokrat û federal li ser bingeha dadwerî û yeksaniyê, û daxwaza alîkariyê ji bo penaberên Sûrî li Libnanê ji hêzên siyasî yên alîgirê gelê Sûriyê kir, ku pêşiyê bigirin li zilm û neheqiyê.
Wî bal kişand li ser giringiya redkirina bikaranîna penaberên Sûrî di nav pirsên siyasî yan jî di bazarên nemirovî de, û got: “Gelê Sûriyê reviyaye Libnanê ji tirsa kuştin û girtinê”, û tekez kir ku vegerandina wan bi darê zorê û bê gerantî tê bi wateya şandina wan ji bo mirinê.
Wî got, ku her kes beşdar bibe di vegerandina wan de bi darê zorê, wê berpirsiyar be li ber dadgehên navnetewî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê xwe bigehîne wan dadgehên li gor û yasayên navnetewî yên parastina mafên penaberan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî