Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, dît ku kiryarên girtina xortan yên ji aliyê hêzên rejîmê ji bo leşkerkirinê têne pêkanîn, niyazên rejîmê yên sûrbûna li ser çareseriya leşkerî ya bi xwînê eşkere dike.
Camûs diyar kir ku rejîm ciwanan di şerên xwe de bikar tîne ji bo bibin sotemeniya şerê li dijî gelê Sûriyê yê ji sala 2011an ve berdewam e, û bal kişand ku ev yek dibe ji bo parastina desthilatê, lewra Sûriya bûye meydana milîsên terorîst yên Îranê û Hizbullaha terorîst û milîsên “PYD” û rêxistina DAIŞ û komên din yên çeteyên terorîst.
Li ser torên medyaya civakî, wêneyên hêzên rejîmê hatin belavkirin, dema bi dehên ciwanan digirin ji bo amadekariya birina wan ji bo leşkeriyê, piştî girêdana wan bi hevre bi qeyd û zincîran.
Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ew wêne armanca rejîmê dide xuyakirin, ji bo “riswakirina” ciwanan, bi armanca dubarekirina şêweyê dewleta ewlekariyê, piştî bi saya şoreşa Sûriyê ew şêweyê ewlekarî jidest dabû.
Çalakvanan diyar kir ku kampanyeke girtinên girseyî ji aliyê hêzên rejîma Esed li parêzgeha Der’a di 48 demjimêrên borî de hatiye pêkanîn, û 70 kes ji bo xizmeta leşkerî û leşkeriya yedek bi awayekî bêserûber hatine girtin, û ew kampanî li bajarê Der’a û bajarokên “Yadodeh” û “Muzeireeb” û “Tel Şîhab” û “Tisîl” û “Sihim Colan” û “Şêx Seid” hat pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve, “Ofîsa belgekirina şehîdên Der’a” bal kişand ku kampanya girtinê hat li dijî şervanên berê yên peymanên bi darê zorê, û tevî sivîlên daxwazkirî bo xizmeta leşkerî ya kotekî û ya yedek.
Hêjayê gotinê ye ku li meha borî zêdebûneke berbiçav ya hejmara kesên hatine binçavkirin û revandin li parêzgeha De’rayê hat dîtin, bi rêjeyeke zêdetir ji mehên berê, û hevdem ku hêzên ewlekariyê rejîmê berdewam in di operasyonên girtinê de li piraniya parêzgehan bi awayekî rojane.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî