Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya mamoste Ebdilrehman Mistefa çend civîn digel balyoz û berpirsiyarên navdewletî li paytexta Tirkiyê Enqere lidar xistin, û digel wan peymana Idlib û rola civaka navdewletî di pêşdebirinê de da bigehên agirbesteke tekûz li welat û destpêkirina pirosêsa siyasî ji bo pêkanîna daxwazên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê gotûbêj kirin.
Şanda hevbendiyê bi balyozên dewletên yekîtiya Ewropî li Enqere û balyozên dewletên hevalên miletê Sûrî re ji nav wan yê Emerîka civiya, hem jî digel balyozê yekîtiya Ewropî Kirîstiyan Birgir û tîma wî ya siyasî, û di pey re bi birêz Elî Barîş Ewlosoy ji wezareta derve ya Tirkiyê re civiya.
Şanda Hevbendiyê ji hevrêzkarê peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo û berdevkê fermî Enes Elebde û endama desteya giştî Besma Mihemed pêk dihat.
Serokê Hevbendiyê di hevdîtinên xwe de dibîne ko peymana Idlibê herêm ji bobelateke nû parast, ya ko wê bi êrîşa rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê çêbûba, û tekez kir ko wê nehişt pêleke penaberiyê ya ko wê bigeha dewletên Ewropî jî çêbibe.
Û xwest ko piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî û encûmenên xwecihî bibe, tako birêveberiya sivîl li herêmê bihêz bibe, û bal kişand ser ku ewê bibin alîkar ji bo nehiiştina rêkxistinên tiroristî, û got: ‘’Mijara tiroristiyê mijareke navdewletî ye, û gerek hemû alî digel hev li dijî vê diyardeyê hevkar bin, bi başkirina rewşa jiyana gel da dûrî metirsiya tundrewiyê bibin. ‘’
Bêtir got di dema dawî de tevgereke sivîl li dijî Desteya Tehrîr Elşam li bakurê Sûrî derketiye, û dibîne ko ev ji encamên erênî yên peymanê ne, û daxwaz piştgiriya navdewletî ji peymanê re kir.
Û destnîşan kir ko peymana Idlibê nedemkî ye, ne wek ko rêjîm dibêje demkî ye, ji ber ku ew bi serkeftina pirojeya siyasî ve girêdayî ye, û daxwaza pêşvebirina wê kir ji bo bighên agirbesteke tekûz li tevaya welat.
Û got ku giring e pirosesa siyasî aktîv bibe û fişar li ser rêjîmê bên sepandin da bi tekûzî têkeve pirosesê, her weha ji yekîtiya ewropî daxwaz kir ko bi roleke mezintir rabe û fişarê bide ser Îranê, û dibîne: ‘’ Nû-avakirin nayê wateya aramiyê‘’ ji ber aramî bi têkbirina milîtanên tirorist ve girêdayî ye, û kesên destê wan di pêkanîna tawankariyên cengê de heye bêne sizadan.
Her weha tekez kir ko hêjî tirsa Hevbendiya Niştimanî û alayên artêşa azad ji rêjîmê û hevalbendên wê heye, û got: ‘’ Bawerî nîn e… serboran tekez kiriye ko rêjîmê bêbextî bi peymanên berê re kiriye ‘’ . û diyar kir ko ‘’ şervanên me amade ne li hemû aniyan ji hemû texmînan re bo berevaniyê di ber xwe û sivîlan de bikin.‘’
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî