Firokên rêjîma Esed û Rûsya bombebarana bajar û bajarokên rizgarkirî berdewam dikin, û herêmên niştecihan û bargehên tendiristî û yên xizmekarî bi mebest amanc dikin, û ev a ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî salixê wê bi Tawankariyên Cengê da, ji yên ko divê Netewên Yekbûyî bilez wan rawestîne.
Çalakvanan ji gundewarê Idlibê anîn ziman ko firokên Rûsya ji îro sibeha pêncşemê de çend bajar û bajarok li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, di encamê de 20 sivîl ku zarok û jin jî di nav wan de hene şehîd ketin û birîndar bûn, û diyar kirin ko 7 kes bi sedema êrîşa li ser gundê Elhemo li herêma Sehil Elroc li gundewarê Idlib şehîd ketin.
Her weha firokên Rûsya û rêjîma Esed bi bêtir ji 15 êrîşan çend gund û bajarok li Sehil Elroc û gundewarê Cisir Elşixûr û bajarê Xan Elsibil û Mierdibesê û derdorên Til Mirdîx li gundewarê Idlib amanc kirine.
Malperên çalakvanan îro wêneyên bombebarana rêjîmê û Rûsya li ser welat ya ji neh rojan ve berdewam e belav kirine, û wêneyan qurbaniyên zarok û jin û birîndaran dane diyarkirin.
Çalakvanan li gundewarê Hemayê amanckirina firokên Rûsya û helîkopterên rêjîmê ji çend bajar û bajarokên gundewarê Hemayê re belgeh kirine, ku encamê bombebaranê çend kes şehîd ketine û hin sivîl birîndar bûne û avahî pir wêran bûne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev êrîşên” tiroristî yên pirotestokirî” diyar dikin ko amanckirina sivîlan bi mebest û kuştin û koçberkirina wan û wêrankirina bergehên zindîdar û nexweşxaneyan, ew take bijarteya rêjîmê û piştgirên wê ye.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko bo parastina sivîlan bi berpirsiyariyên xwe rabe û bombebarankirina sivîlan û navendên zindîdar û yên tendiristiyê rawestîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî