Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku binpêkirinên ji aliyê rejîmê li dijî welatiyên sivîl li herêmên rêkeftinên aştiyane yên bi darê zorê dibin, piştrast dikin ku garantiyên Rûsan yên ji bo vegera penaberên sûrî bo welêt sexte ne, û dît ku çi nirx û giraniya wan garantiyan nîne.
Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiyê Riyad Hasan got ku berdewamiya binpêkirinan ji aliyê rejîmê dijî xelkê sivîl piştî kontrolkirina deverên nû, aliyê tarî yê rola Rûsyayê û asta şiyanên wê yên kontrolkirina hêzên rijêmê û milîsên serberdayî yên din eşkere dike.
Elhasan got: ” Serboriyên gelê Sûriyê yên xerab ligel rijêmê hene, û diyar dikin ku ew ne xwedanê soza xwe ye, û tola xwe ji dijberan hiltîne,” wî got: “Tu kes baweriyê bi rejîma Esed nayîne, di heman demê de Moskowê ji ber destwerdana leşkerî dixwaze ji civaka navnetewî re bide xuyakirin ku her tişt di destê wê de ye , lê ev yek dûrî rastuyê ye “.
Hasan diyar kir ku rijêm berepêkan dide ji bo demê qezenc bike, û di paşerojê de dê hemû daxwazên Rûsan red bike, û dibe pêvajoya siyasî bi temamî jinav biçe, ji bilî ku jiyana bi milyonan welatiyên sûrî dikeve di rîska kuştin, îşkence û binçavkirinê de.
Ajansa “Smart” ragihand ku rejîmê pênc mirovên ciwan ji devera Alxento li gundewarê bakurê Humsê binçav kirin, piştî çend rojan ji kuştina hêzên Esed ji generalê doktor Moataz Hitani re, yê di riya kirîdorên ewle yên Moskowê li Xûta rojhilat deketibû.
Gelek ciwanên bajarê “Dael” li herêma Lajat li gundên Der’ayê hatin binçavkirin, li gel karên dizî û talankirina malan, û çalakvanan piştrast kirin ku êdî xelk ji kiryarên tolhildanê li dijî wan ji aliyê rijêmê ditirsin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê