Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Abdul Basit Hemo, tekez kir ku rastiyên li ser erdê asta hevrêzkariya di navbera milîsên “PYD” û rejîma Esad de nîşan didin, û bal kişand ku ew bi awayekî xuya nerasyiya gotgotên wan milîsan yên li dijî rêjîmê û niyazên wan ên damezrandina desthilateke nû ya li ser bingeha edalet û wekheviyê diyar dike.
Hemo îro roja înê di daxuyanîyeke taybet de got ku “Tişta hatî serê serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Abdul Rehman Apo, ji kiryarên îşkenceyên di girtîgehan de û radestkirina wî ji şaxeka ewlekariya rejîmê re, nîşanek diyar e li ser rastiya tiştên me di dema borî de digot”.
Û Apo di daxuyaniya xwe ya ji kenala Rûdaw re got ku milîsên “PYD” ew radestî Ewlekariya Dewletê ya rejîma Esed li bajarê Helebê kir, û piştre ewlekariya rejîmê careke din ew radestî wan milîsan kir.
Piştî serbestberdana wî ji girtîgehên “PYD”, Apo diyar kir ku ew du mehan di hucreya bitenê de li Efrînê ma, pişt re ew birin odeyeke mezintir ji ya berê û nêzî çar heyvan lê ma.
Û her weha got ku di 15 Adarê de ew çavgirtî ji Efrînê ji bo Şehba li parêzgeha Helebê hat raguhestin, û li wir radestî îstîxbaratên dezgeha Ewlekariya Dewletê ya rêjîmê li Helebê kirin, 40 rojî li wir ma, û piştî vekolîn pê re kirin ew ji bo Munbicê raguhestin û radestî milîsên PYD kirin “.
Apo di çarçoveya axaftina xwe de piştî serbestberdanê da zanîn ku ew bi tuhmeta “Peydakirina fitinê û lawazkirina hestê netewa demokratîk” hat tometbarkirin , wek heman tuhmetên rejîma Esed li dijî dijberên xwe bikar tîne.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji rêxistinên navnetewî kir ku fişaran bêxin li ser “Milîsên PYD” ji bo diyarkirina qeder û çarenivîsa serkirdeyê Encumena Niştimanî ya Kurdî Behzad Dorsin, û qedera hemû kesên din yên di girtîgehên wê de, û eşkerekirina kujerên herdu şehîdan “Nisredîn Birhk” û “Meşel Temo”, ku rastî hemû nîşan didin ku hevrêzkariyek di navbera rêjîmê û milîtanên wê heye.
Hêjayê gotinê ye ku Abdul Rehman Apo, serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistanî- Sûriya, ya di bin sîwana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ye, di 12 ê tîrmeha 2017’an de hatibû girtin, û çarenivîsa wî ji aliyê milîsên PYD bi fermî nehatibû eşkerekirin heta serbestberdana wî, tevî bangên berdewam yên ji aliyê Encûmena kurdî û rêxistinên mafên mirovan, bo diyarkirina cihê wî û serbestberdana wî, her weha îro konê merasîmên serbestberdana wî şewitandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê