Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Bedir Camûs, kiryar û dorpêçkirina rejîma Esed ji kampa El-Rikban re û rêgirtina li ber derbaskirina xwarin û dermanan şermezar kir, ku kiryarên rejîmê bûne sedema mirina 14 kesan, çar ji wan zarok in, ji ber nebûna guhdana tenduristî di nava kampê de.
Rêveberiya kampê hişyarî da derbarê xilasbûna xwarin û dermanan û alavên pizîşkî, û amaje kir ku wê dikanên kampê piştî hefteyekê yan herî zêde deh rojan bi timamî vala bibin.
Camûs, îro di daxuyaniyeke taybet de got ku bi deh hezaran koçberên ku bi darê zorê ji aliyê hêzên rejîmê de koçber bûne di kampê de hene, û diyar kir ku ew “qebûl dikin li çolê di bin konan de bê hebûna pêdiviyên herî kêm yên jiyanê bêjin, ji bo parastina rûmeta xwe dûrî bindestiya çeteyên Esed “.
Û da zanîn ku “komên çeteyên Esed û Rûsya û bi piştgiriya civaka navnetewî, dorpêçkirinê pêktînin û rê li ber derbaskirina xwarinê û dermanan digirin, da wan naçar bikin ku vegerin cem rêjîma tewankar”.
Rêveberê kilînîka kampê, Yezin Ê’lêwî, ji Ajansa “Smart” re diyar kir ku 14 kes ji ber nebûna çavdêriya pizîşkî piştî dorpêçkirina li ser kampê mirin, û diyar kir ku çar zarok û du jin û sê zilam di nava miriyan de hene, û yên din kesên temenmezin in.
Ji aliyê xwe ve, serokê meclisa xwecihî di kampê de, Ebu Ahmed Derbas El-Xalidî, got ku rejîm daxwaza bestina peymanên bi darê zorê û vegera kotekî ji nişteciyên kampê dike, bo vegerin deverên di bin kontrola wê de, û diyar kir ku Netewên Yekbûyî “bêdeng maye” li hemberî kampê, tevlî nebûna xwarinê û şîrê zarokan.
Tê zanîn ku nêzîkî 65 hezar kesî di kampê de di rewşeke xerab de dijîn, ji aliyê nebûna pêdiviyên jiyanê û kêmtirîn mercên tenduristî û perwerdeyî, tevî ku Balyoza Niyazên Paqij ya Neteweên Yekbûyî li Rojhilata Navîn bang li ajansên navnetewî û aliyên hawarhatina mirovî kiriye, ji bo rewşa xirab ya penaberên kampê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê