Berevaniya Sivîl ya Sûrî got ku bajarê Cisir Elşixûr li gundewarê Idlibê dikeve ber bombebarana mûşekên dûravêj, monîtorên xwecihî diyar kirin ko jêderên mûşekan gemiyên Rûsî yên li derya spî bicih dibe ne.
Berevaniya sivîl bal kişand ser ko bombebaran gihaye taxên niştecihan, di encamê de 12 kesên ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûne, û wêraniyeke mezin li nav avahiyan çêbûye.
Rojnameya Ineb Beledî ya xwecihî ji çavdêrgeha “Elşêx Ehmed” ya taybet bi tevgera firokan li herêmê veguhest û got ku herdu mûşek ji gemiyên Rûsî yên li derya spî li peravên Laziqiyê bicih bûne hatine avêtin, û bêtir got ko mûşekên Rûsî dûravêtina wan 90-100 km e.
Firokên rûsî bi şev çend êrîşên mûşekan dane ser bajarê Kefer Zêta li gundewarê Hemayê yê bakur, û di encamê de sivîlek hatiye kuştin û dehên din birîndar bûne, û wêraniyeke mezin çêbûye.
Her weha aliyê rojhelat û başûr duhî ketiye ber mûşekên bi bombeyên goşeyî barkirî, di encamê de li bajarê Seraqib pênc sivîl hatine kuştin û 17 kes birîndar bûne, û li bajarê Elneyreb 7 kes, û kesek li bajarê Elxiwên li gora berevaniya sivîl, hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dît ku ev pêşveketinên metirsîdar hewceyî helwesteke jidil ji aliyê dewletên dabîngerên peymanê ye, û tekez kir ko operasiyonên bombebaranê berdewamiya tawankariyan derheqê sivîlan e.
Û destnîşan kir ko dîsa ew civaka navdewletî dike ber berpirsiyariyên wê derbarê parastina aştî û ewlehiya navdewletî, û goring e têwerdanê bike tako tawankariyên cengê rawestîne û tawankaran siza bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî