Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdulbasit Ebdulletîf, nameyek arasteyî tevaya sûriyan û birayên ereb û misilmanan û hemû dewletên dost kir, û daxwaza alîkariya xelkên di vê derdeseriya berdewam di demsala zivistanî de kir, ku zêdetir ji milyonek kes derbider bûne ji encama operasyonên leşkerî yên bi serpereştiya rijêma Esed û Rûsyê li bakurê Sûriyê.
Û di riya hevdîtineke taybet li gel ajansa “Zeytûn a Ragihandinê” re, ji civaka navdewletî re got ku êdî nayê pejirandin hûn “li bobelata me temaşe bikin, ji ber dinya dizîvire, û ev dijminkarî dijî tevaya mirovahiyê ye, an hûnê vê hovîtiyê rawestînin, anjî dê hemû li pey hev tê de bifetisin”.
Û weha berdewam kir: “ Gelek astengî dikevin pêşiya pêkanîna armancên me de, û mezintirîn astengî ew e ku ti rêgirê exlaqî û nejî yasayî li pêşiya rijêmê tune ne”.
Û Abdullatîf di hevîtinê de amaje kir ku “ civaka navdewletî vehêsayî ye, û VETOya rûsî dike behane û bi berpirsyariyên xwe ranabe, û hevalên gelê Sûriyê jî nayên dîtin, an jî destwerdana wan di çarçoveya bercewendiyên teng de tên, di dema ku hevalbendên rijêma stemkar birastî alîkariya wê dikin”.
Û Abdullatîf got ku “Hevbendî û tevaya gelê Sûriyê ji destpêkê de sizakirî ye, dema ku piştgiriya mafên vî gelî nabe, û tewanbar nayên dadgehkirin, ti helwestên din wê bênirx bin, û bi taybetî dema rêvebirina kirîzê tê kirin bêyî rûbirûbûna koka wê û sedemên wê yên bingehîn bibe, û herî kêm ji civaka navdewletî tê xwestin ku biryar û sozên xwe bicî bîne, û bi rola xwe di çareseriya bingehîn de rabe”.
Û tekezî li ser berdewamiya Hevbendiyê “ di peywendiyan li gel şander û balyozan de û bestina têkiliyên yekser û berdewam li gel wan dewletan kir, û ew pabendî û piştgiriya xwe didin xwiyakirin, lê li ser asta piratîk û siyasî û meydanî, rewş ne wisa ye”.
Û got ku “ ta bi bexşanên piçûk jî yên tên û radiwestin, pir kêm in, û tiştê ku di li ser xakê tê xwestin pir ji wan mezintir e, lewra em helwestên xwe li ser berdewamî yan rawestana wan ava nakin, û rênimaya me bercewendiya gelê me û şoreşa me ye”.
Û emîndarê giştî tekezî li ser rewşa Hevbendiyê ji aliyê navdewletî ve û bandora civaka navdewletî li ser dosya Sûriyê kir û got: “ Hevbendiya Niştimanî nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye, erkê wê berevaniya di ber mafên gelê Sûriyê û hîvî û armancên wî û şoreşa wî de ye, û ew berdewam e di karê xwe de ji bo pêkanîna hêviyên sûriyan, ên ku di riya şoreşa xwe ya dijî stemkariyê re anîn ziman”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî