Roja şemiyê 18-1-2020, gera 49 mîn ya civatên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî dest pê kir, û di roja yekemîn de giringiyek mezin bo rewşa mirovî li parêzgeha Idlibê hat dan, û bobelata mirovî û hejmara penaberan li wê parêzgehê mijara sereke bû.
Di heman rojê de, hejmarek rapor li ser rewşa mirovî li parêzgeha Idlibê û hejmara penaberan û cihê lê bi cî bûne hatin pêşkêşkirin, û rapor ji hêla endamên desteyê hatin gengeşekirin û bi taybet pêdiviyên wan penaberan di rewşa seqaya dijwar ya ku dever tê re derbas dibe.
Û raporan rewşa deverên ku ziyanên herî mezin li wan bûne ji ber topbarana rêjîma Esed û ya Rûsî diyar kirin, bi taybet malên welatiyan û dibistan û bazar û nexweşxane.
Wezîrê bervaniyê di hikûmeta demikî de, Lîwaa Selîm Idrîs, û rêveberê nivîsgeha leşkerî di Hevbendiyê de, Minzir Siras, raporek pêşkêş kirin tê de diyar kirin ku rêjîmê û piştgirên wê tu pabendî bi agirbestê nekirin û agirbest têkçûye.
Û di heman raporê de diyar kirin ku şerê Idlibê şerê man û nemaneyê ye, û rola şervanan di şerê li dijî rêjîmê bilin nerxandin, û diyar kirin ku di demeke nêzîk de wê hin şer li deverin din encam bidin, da fişara li ser Idlibê sivik bibe.
Û di civatê de wezîrên hikûmeta demkî raporên karê wezaretên xwe pêşkêş kirin, û pilanên xwe ji bo dema pêş diyar kirin, û ji hêla xwe ve wezîrê karê hundirîn raporek li ser rewşa ewlekarî û pêşketina karê polîsên leşkerî pêşkêş kir.
Wezîrê dadweriyê Mihemed Ebdulselam, li ser avakirina dadgehan li deverên rêzgarkirî axivî, û ew yek ji hêla endamê desteyê ve weke gavek giring hat dîtin, ji bo aramî li wan deveran peyda bibe û rê li ber binpêkirinan bê birîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî