Encûmena wezaran ya Ewropî navê du wezîrên nû yên rêjîma Esed li ser lîsta xwe ya sizakirina rêjîma Esed ya ji destpêka şoreşê de sala 2011ê derketiye.
Daxuyaniya encûmena wezaran ya Ewropî destnîşan kir ko Biroksil hêj çareseriyê li Sûriyê ya siyasî dibîne, û tekez kir ko ‘’ew piştgiriya karê şandyarê Netewên yekgirtî yê taybet bo Sûriyê û danûstandinên navbera Sûriyan de li Cinêvê dikin ‘’ .
Li gora biryara Ewropî ya nû hejmara berpirsên rêjîmê yên ketine ber sizayên Ewropî gihaye 257 kesan û 67 deste û kompaniyan , Biroksil dibêje ku destê wan di tundûtûjiya lidijî sivîlan de heye, û anî ziman ko wezîrên nû yên ketin lîsteya sizayan: wezîrê çaksazî û yê ragehandinê ne.
Sizayên nû li ser Sûriyê gelek biwarin ji wan rawestandina weberhênanê û biliokkirina pereyên banka navendî, her weha nehêlana anîna alav û teknolociya Ewropî, yên ko dibe ji bo zordariya li hinder bên bikaranîn.
Yekîtiya Ewropî di tîrmeha sala borî de biryarek derxist tê de siza danî li ser 16 berpirsiyarên rêjîma Esed çimkî guman li ser wan heye ko destê wan di êrîşa kîmawî de ya li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib heye.
Biryara Ewropî di wê hingê de gotiye ko ew kesên ketine ber sizayan destê wan di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî de li dijî niştecihên sivîl li Sûriyê heye, sizayên nuha yên Ewropî li ser rêjîma Esed takekes an deste dê heta yekê tîrmeha 2018ê bin.
Sizayên li ser rêjîma Esed qedexekirina petrolê û astegkirina bergirtin û rawestandina pereyên benka navendî ya Sûrî ya li yekîtiya Ewropî , her weha nehêlana anîna alav û teknolociya Ewropî, û siza di 29.05.2017ê heta 01.06. 2018ê hatin dirêjkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans