Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Elebide û endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê bi rêka enternêtê, du civînên cuda girêdan ligel encûmena xwecihî ya taxên Qabûn û Berzê û hin serkirdeyên Xûta rojhilat.
Elebide tekez kir rijêma Esed û hevalbendên xwe radibin bi tawanên şer li dijî tax û gundewarê Şamê, û got ku nabe ev tawan bê siza derbas bibin, û got ku giringiya koçkirina Esed li ser asta navdewletî yekalî bûye.
Ji aliyê xwe ve, Dr Nizar, yek ji pizîşkên nexweşxaneya Elheyat ya li taxa Qabûn e, diyar kir ku nexweşxaneyên taxa Qabûn bi mebest tên armanckirin û got ku dîtir pizîşk û nojdar nikarin bi erkên çareserkirina nesaxan rabin, ji ber lawazbûna şiyan û nebûna amorên pizîşkî.
Hêjayê gotinê ye ku ji nêzîk du heyvan ve, şerekê dijwar ji aliyên firokên Rijêmê û Rûsiya li ser taxên Qabûn û Berzê û Dûma li Xûta rojhilat dibe, û Rijêm hewl dide bo dubarekirina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertinên demografîk yên hatîn pêkanîn li zêdetir ji navçeyekê bi rêka asêkirina dorpêçkirinê li ser wan taxan.
Herwiha cîgirê serokê hikûmeta demkî Ekrem Tuma behsa rewşa Xûta rojhilat kir, û balkişand ku bi taybetî taxên nişteciyan tên bombebarankirin, û dît ku ev yek tê bi armanca neçarkirina koçberkirina welatiyan ji cih û warên wan.
Û Dr.Macid Elxinşûr ji Ofîsa pizîşkî ya yekgirtî li Xûta rojhilat got ku dorpêçkirin ber bi bobiletek mirovî diçe, bi sedema kêmbûna derman û pêdawîstiyên çareseriyê yên nojdariyê û got ku hin nexweşî carek din dubare dibin û ev yek dibe sedema ketina qurbaniyên zêdetir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî