Desteya serokatiyê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi serokatiya Dr.Nesir Elherîrî, civînek li ser tora entirnêtê li gel serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdurehman Mistefea, û wezîrê tendirustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Meram Elşêx li dar xist, û rewşa tedirustî li deverên rizgarkirî piştî diyarbûna nexweşên vîrosa Korona gengeşe kirin.
D. Meram Elşêx dawîtirîn pêşhat û rêşûnên ku wezareta tendirustiyê di Hikûmeta Demkî de pêk anîne ji bo dorpêçkirina nexweşiyê û nehêlana belavbûna wê pêşkêş kirin, û diyar kir ku tevaya kesên pê ketine ji pizîşk û kadroyên pizîşkî tenê ne.
Elşêx hişyarî da ji çêbûna bobelateke pizîşkî li deverên rizgarkirî, tevlî bobelatên din yên ku sivîl derdeseriya wan dikşînin, û diyar kir ku alav û karînên pizîşkî ji bo beramberiya vîros pir sînordar in. Û got ku nexweşxane û xalên pizîşkî ên li deverên rizgarkirî hene, tenê 145 amûrên henasedanê li wan hene, li deverekê ku bêhtir ji 4 milyon mirovî têde dijîn.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, spasiya wezîrê tendirustîyê û tevaya pizîşkan û kadroyên pizîşkî yên li deverên rizgarkirî kar dikin kir, û dît ku ew in yên ku radihêjin barê herî giran ji bo rûbirûbûna vê nexweşiya metirsîdar, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê bi şêweyekî pir li gel Rêxustina Tedirustî Ya Cîhanî û Xaça Sor ya Navdewletî kar bike, ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û piştgiriya pêwîst ji Wezarreta Tendirustî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re, ji bo dorpêçkirina vîrosê Korona.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî