Serokê desteya danûstandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî û serokê hevbeş ê komîta destûrî birêz Hadî Elbehre, civînek giring digel şandyarê serokê Emerîkî bo Sûriyê Cîmis Cêfrî û şandyarê wezareta derve ya Emerîkî ya karûbarê Sûrî Ciwêl Riborn evro şembiyê li Istanbulê li dar xist.
Herdu aliyan dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û bi taybetî dijminkariya rêjîma Esed û piştgirên wê li ser Idlib û gundewarê wê gotûbêj kirin. Û şanda danûstandinan daxwaza pêkanîna agirbesteke tekûz û dabînkirina parastina sivîlan kir.
Şanda desteyê tekez kir ko bombebarankirina sivîlan û cihên zindîdar wek bargehên bijîşkî û navendên xizmetkariyê, pirosesa siyasî têk dibin.
Herdu aliyan pirosesa siyasî bi hemû aliyên wê gengeşe kirin, û hûrbînî dan ser karê komîta destûrî ya ko duhî înê bidawî bû. Û birêz Hadî Elbehre li ser karê xula yekem axivî û tekez kir ko endamên komîta destûrî di karekî niştimanî de ne û ew kar Sûrî-Sûrî ye û serbixwe û biserwerî ye, her weha li ser aktîvbûna Netewên Yekgirtî di hêsankirina pirosesê de tekez kir.
Û got ku daraştina destûreke nû ya welat ne çareserkirin bi xwe ye, lê dergeheke bo aktîvkirina pêvajoya Cinêv ya ko sê zembîlên din tê de hene bi taybetî ya desthilatdariyê û ya hilbijartinan da bigehê cîbicîkirina biryarên navdewletî bi tekûzî, û ya sereke biryara 2118 ya sala 2013 û biryara 2254 ya sala 2015.
Ji aliyê xwe ve aliyê Emerîkî tekezî li ser piştgiriya xwe ji agirbesta tekûz re kir, û got ku giring sivîlan biparêzin û dijminkarî yekser li ser Idlib û gundewarê wê raweste.
Û Cêfrî pesnê erêniya ko desteya danûstandinan û nûnerê wê di komîta destûrî de pê di rêveberiya rûniştinan de kar kirin da, û dît ko ev diyar dike desteya danûstandinan bi çareseriya siyasî pabend e.
Her weha tekezî li ser wekheviya dîtinê bi desteya danûstandinan re kir, derbarê dîtina çareseriyê li Sûriyê li ser bingehê cîbicîkirina biryara 2254 bi tekûzî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî