Wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Conson, berpirsiyariya Kuştarên Helebê dike hustê Rêjîma Esed, Rûsya û milîtanên ko Îranê piştgiriyan wan dike.
Conson di kongirekî rojnamevanî de doh sêşembê, digel wezîrê derve yê Tirkiyê, piştgiriya xwe ji operasiyona Mertala Feratê diyar kir, ya ko amanca wê berdana Rêkxistina Daiş ji Gundewarê Helebê yê Bakur bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê ye.
Rêkxistina Tendiristiya Cîhanî û Komîta Navdewletî ya Xaça Sor, daxwaza Rêkên aram kirin da birîndaran ji taxên Helebê yên dorpêçkirî derxînin, taxê Helebê yên dorpêçkirî ketine ber êrîşên hovane û berdewam ji hêla firokên dijminkarên Rûsî, û yên Rêjîma Esed bombebaran dibin.
Berdevka Rêkxistinê got: Bijîşkên ko li Heleba Rojhilat mane hejmara wan li dora 35an e û gerek guhdanê bi sedan nexweşên taxên dorpêçkirî bikin, û çavê xwe bidin bi hejmarên birîndarên li wir û alavên bijîşkiyê kêm bûne û dibe nemînin, tev ko xwîna pêdiviya birîndaran pê heye gelekî kêm bûye.
Berdevkê diyar kir ko tenê 7 nexweşxane li Heleba Rojhilat mane kar dikin, hin ji wan jî bi nîvî mane û hêj bi sedan birîndar li bajarê dorpêçkirî hene.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde di daxuyaniyekê de doh piştî civîna desteya siyasî diyar kir ku hêj derfet li pêşiya Birêveberiya Emerîkî heye ko pêvajoyaê serast bike, bi danûstandina bi dosya Sûriyê re û dikare Rûsya û Rêjîma Esed ji berdewamkirina kuştaran li Helebê rawestîne, ji amanckirina karwanên Netewên Yebûyî û heta bigihê kuştina sivîlan û wêrankirina Nexweşxane û bargehên pêdiviya jiyana rojane.
Serokê Hevbendiyê destnîşan kir ko hevalên miletê Sûrî li pêşberî kêlîkeke rastiyê ne, gerek alîkariya şoreşa Sûriyê bikin ko ew jî digel wan bi heman pirinsîban beşdar e ko Welatên wan jî li ser heman pirinsîban rabûye û gerek rê nedin zordarî û dîktatoriyetê ko berdewam bike û bimîne.
Jêder: Hevbendî+Acans