Berevaniya Sivîl diyar kir ku oparesyonên bombebaranê li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê di deh rojên dawî de, bi kêmahî bûne sedema kuştina 35 kesan, di nav wan de 11 jin û 13 zarok, û birîndarbûna nekêmtir ji 75 kesan, neh jin û 22 zarok di nav wan de hene.
Çalakvanan ji qada deverê diyar kirin ku êrîşên hêzên rejîmê û hevalbendên wê li ser deverên welatiyan heta serê vê sibê jî berdewam bûn, û parastina sivîl di daxuyaniyekê de bal kişand li ser bikaranîna cureyên cuda yên çekan di bombebaranê de, û got ku ji aliyê wê “456 top û mûşek û 52 roketên deaktîv hatine belgekirin”.
Parastina sivîl diyar kir ku piştî peydabûna agirbestê rewşa mirovî li deverê ji ber îmzekirina peymana Idlibê paştir bibû, lê dubare li 12 Sibatê êrîşên dijwar li dijî welatiyên sivîl û bi taybetî jî li dijî Idlibê dubare bûn.
Û parastina sivîl xuya kir ku stargeh û kamp û taxên sivîlan têne aramanckirin , û ev yek peymana Idlibê binpê dike û rê li pêşiya pêvajoya çareseriya siyasî digire, û ev êrîşên leşkerî û şerên vê dawiyê bi “tawaneke şer, herwiha bi tawaneke dijemirov dît”.
Herwiha diyar kir ku li herêmên bakurê Sûriyê bûne “stargeh ji bo nêzîkî çar milyon kesan ji hemû deverên Sûriyê”, û da zanîn ku her êrîşek li ser deverê dê bibe sedema komkujî û ziyanên mirovî yên mezin, û tekez kir ku parastina van sivîlan “erkekî navnetewî ye”.
“Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li bakurê Sûriyê” piştrast kir ku zêdetir ji heft hezar malbatên navceyên Idlib û Hemayê her ji destpêka vê mehê de ji ber bombebarana berdewam a hêzên rejîma Esed û hevalbendên wê koçber bûne.
Ev nûçe îro çarşemê di daxuyanîyekê de hat, û têde “Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ” diyar kir ku 7526 malbat koçber bûne, û diyar kir ku malbatên koçber di nava 66 gund û bajarok û kampan de hatine vehewandin.
Navçe piştî rêkeftina li ser berdewamiya peymana Idlibê, careke din rastî zêdegaviyeke leşkerî dibe, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê gotibû ku divê hemû êrîş û zêdegavî û binpêkirinên peymanê ji hemû aliyan bêne şermezarkirin, û gotibû ku divê aliyê gerantor dûvçûna rewşa li ser erdê û rizgarkirina sivîlan rabin, û rê li pêşiya pêkanîna van binpêkirinan bigirin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê